- Li Fransayê 17 mizgeft hatine girtin.
Wezîrê Karê Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn diyar kir ku piştî qebûlkirina qanûna 'xurtkirina hurmeta li pîvanên komarê' wê li 89 mizgeftan bi gumana 'cihêkariyê' kontrolê bikin.
Gerald Darmanîn ji Senatoyê re axivî û got, "Piştî ku qanûn ket pratîkê, di nava hefteyên bê de ez ê 89 îbadetxaneyên cihêkar bi servîsên Wezareta Karê Hundir bidim kontrolkirin."
Li gorî xala 44'an a pêşnûmeqanûnê, îbadetxaneyên ku "nefret û tundiyê teşwîq dikin, yan jî hêzê didin karên bi vî rengî" ji aliyê saziyên dewletê ve j bo du mehan dikarin bên girtin.
Darmanîn ragihand, ku piştî kontrola 56 mizgeftan ên hefteyên dawî, 17 mizgeft hatine girtin û diyar kir ku eger dixwazin ji nû ve dest bi kar bikin divê li gorî pîvanan tevbigerin.
NAVENDA NÛÇEYAN