Mizgefta Şêx Seîd kongreya xwe kir

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 21 Adar 2023 - 02:31

M. ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBURG

 

Mizgefta Şêx Seîd a li Hamburgê ji kevintirîn mizgeftên Kurdan ên li Ewrûpayê ye. Piştî pêvajoya Koronayê Mizgefta Şêx Seîd kongreya xwe li dar xist û rêveberiya xwe ya ji bo 2 salên li pêşiya me hilbijart. Piştî hilbijartina dîwanê û xwendina Qurana Kerîm, kongreyê dest pê kir. 

Destpêkê serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Turhalli peyivî û got, heger xebat bi hezkirin û hurmetê bên kirin, ew xebat wê bigihîjin armanca xwe. Wî got, “Bi xêra Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê, îro roj miletê me di wicdanê miletên dinyayê de cihê xwe girtiye. Dîn ne tenê îbadet e, ew jiyan bi xwe ye.”

Piştre nûnerê CÎK´ê yê bakurê Elmanyayê Melle Eşref xwest Kurdên li Elmanyayê li mizgeftên xwe û saziyên xwe yên din xwedî derkevin. 

Piştî xwendina raporên xebatê, minaqeşe û erêkirina raporan, rexne li kêmbûna endamên mizgeftê hatin girtin. Ji bo ku ciwan bêhtir di rêveberiya mizgeftê de cih bigirin minaqeşe hatin kirin.

Di dawiyê de rêveberiya Mizgeftê ya nû ya ji 4 jin û 8 mêran hat hilbijartin. Rêveberiya nû weke hedef damnî ber xwe ku hejmara endaman bike 500.

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.