Rayedarên Yewnanistanê ragihandin ku wan 145 koçberên li ser sînorê wan û Tirkiyeyê de li ser giraveke li ser çemê Merîçê asê mabûn, rizgar kirine.

Ji koçberan 45 jin û 30 jî zarok bûne. Hat ragihandin ku rewşa koçberan baş e. Di nava tîma rizgarker de yekîneya Xaça Sor a Yewnanistanê jî hebûye. 

Li gorî daxuyaniya polêsê Yewnan, koçber "ji aliyê qaçaxçiyên mirovan ên ji Tirkiyeyê ve hatine terikandin."

Tirk û Yûnan hev sûcdar dikin

Rayedarekî Federasyona Pasevanên Sînor a Yewnanistanê, Panayiotis Harelas ji AFP re got, “Ev ne cara yekem e ku qaçaxçiyên mirovan koçberan diavêjin nav axa Yewnanistanê,"

Yewnanistanê beriya niha jî Tirkiye bi wê yekê tawanbar kiribû ku rê dide koçberan derbasî Yewnanistanê bibin.

Herî dawî, di komkujiyeke li Derya Spî de nêzî peravîn Yewnanistanê keştiyeke penaberan noqî avê bûbû. 82 cenazeyên koçberan hatin dîtin, 104 kes bi saxî hatin rizgarkirin, lê ji bo lêgerîna bêhtirî 500 kesê mayî ti xebat nehate kirin. Pakistanê ragihand ku herî kêm 300 welatiyên wê di vê komkujiyê de mirine.

NAVENDA NÛÇEYAN