La Sagrada Familia yek ji katedral û sembolên herî girîng ê Barcelonayê ye. Nimûneyeke bêhempa ya mîmariya gotîk a klasîk tê qebûlkirin. Ew berhemeke girîng ya serdema nû ye jî. Ew bi bircên xwe yên sertûj jî tê zanîn.

Hîmê La Sagrada Familia sala 1882’yan hatiye danîn, lê piştî 141 salan jî hîna avahî temam nebûye. Ev şahesera modern bi ti awayî temam nebûye heya niha. Ji ber tinebûna aboriyê, Şerê Navxweyî yê Spanyayê û mirina mîmarê avahiyê Antoni Gaudi her tim nîvco ma. Di vê payîza sala 2023’yan de çend bircên avahiye hatin temamkirin, lê hîna jî ew temam nebûye û nîvco ye.

Antoni Gaudî yek ji pêşengên modernîzma Katalûnyayê bû. Wî dixwest berhema wî ji bo her kesî be û motîfên il ser avahiyê bi vê armancê hatin çêkirin. Antoni Gaudî ji Încîlê jî sûd wergirt û bi bûyîna Îsa dest bi avahiyê kir. Lê wî di sala 1926’an de wefat kir û karê wî nîvco ma. Di dema Şerê Navxweyî yê Spanyayê de zerar li katedralê bû û çêkirina wê hate rawestandin. Paşê jî ji ber tinebûna derfetên malî, çêkirina wê her tim hate taloqkirin.

Antoni Gaudî dixwest 18 bircên zirav û sertûj çêke. Ji bo hewariyên di Încîlê de 12 birc, 4 birc jî ji bo kesên ku mizgînî dianîn, ew li bircekî jî ji bo Dayê Meryem û li yekî jî bo Îsa difikirî. 

BARCELONA