140 kes wenda ne

Nûçeyên Cîhan

În 28 Gulan 2021 - 05:03

Agahî ji 140 kesan nayê girtin.

 

Li Nîjeryayê keştiya ku 160 kes tê de bûn bin av bû û heta niha 140 kes winda ne.

Li gorî agahiyên Rojnameya Punchng a Nîjeryayê dane, li bakurê welat keştiyek 160 kes tê de bû, bin av bû û hîn agahî ji 140 kesan nayê girtin.

Li gorî rojnameyê doh danê sibehê bûyer pêk hatiye. Keştî ji bajarê Bolya ya Nîjeriyayê di çemê Nêcer de ber bi bajarê Wara ya wîlayeta Kîbî ve diçû.

Serokê Hikûmeta Herêmê Ebdullah Buxarî Fara ragihand ku hewldanên ji bo rizgarkirinê berdewam in, û got, heta niha 22 kes rizgarkirine, cenazeyê kesekê dîtine, lê yên din hîn windane.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.