Dadgeheke Elmanyayê, li şûna 10 salan 14 sal cezayê girtinê li DAIŞ`iyeke Elman birrî. Ev DAIŞ´ya ku navê wê weke Jennifer W. tê parvekirin, ji ber gelek sûcên li dijî mirovahiyê hat dadgehkirin û di nava van sûcan de qetilkirina zarokeke Êzîdî a 5 salî heye, ku tevî dayika xwe weke koleyê malê êsîrên Jennifer W. û mêrê wê bûn.
Dadgeha bajarê Munichê cezayê ku dabû jina DAIŞ′î Jennifer W. girantir kir. Jina DAIŞ`î hiştibû zarokeke Êzîdî ya 5 salî di bin tavê de tî bimîne û canê xwe ji dest bide.
Sala 2021′ê 10 sal cezayê girtîgehê li Jennifger W.yê hatibû birrîn. Ev jina niha 32 salî, ji ber sûcên li dijî mirovahiyê hat dadgehkirin.
Serdozgeriya Munichenê wê demê gotibû ku 10 sal ceza birrîna li keseke ku bûye sedema mirina zarokeke Êzîdî kêm e û daxwaz kiribû ku dadgehkirin ji nû ve bê kirin.
Dadgehê doh pêşniyaza dozgeriya bi giştî qebûl kir û li şûna 10 salan, 14 sal cezayê hepsê li jina DAIŞ`î a Elman birrî.
FRANKFURT