14 dagirker êdî nikarin şer bikin 

Duşem 14 Mijdar 2022 - 08:57

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 11 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin. Dagirkeran jî dîsa sûcên şer kirin û 5 caran bi bombeyên qedexekirî, 6 caran jî bi çekên kîmyewî êriş kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, “Di encama çalakiyên hêzên me de 11 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û 6 caran jî bi çekên kîmyewî, 42 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kir.”
HPG´ê kite bi kite behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Zê (Zapê)

12'ê Mijdarê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Botan, hêzên me bi çekên giran çalakî li dijî wan li dar xist û dagirkerek ceza kir.

12'ê Mijdarê saet di 10:00 û 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, li hemberî dagirkerên ku dixwestin tevî kûçikan bikevin hundirê çeperên şer ên li Şehîd Felat, bi sabotajê 2 caran çalakî hate kirin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 kûçik jî hatin bêbandorkirin.

12'ê Mijdarê saet di 14:00´an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

Li Metînayê

11'ê Mijdarê saet di 09:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, tîmên me yên bi tevger kemîn danîn pêşiya dagirkeran. Di vê çalakiyê de hêzên me bi çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkeran xist, 6 dagirker ceza kirin, 3 jî birîndar kirin.

12'ê Mijdarê saet di 07:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

12'ê Mijdarê danê êvarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, helîkopterên Skorsky ên xwestin hêzên xwe li qadê daynin, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Piştî derbên hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Sûcên şer ên dewleta Tirk

12'ê Mijdarê saet di navbera 11:45 û 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çeperên şer ên li Şehîd Yûnis 3 caran, çeperên şer ên li Şehîd Çekdar carekê û li Qada Berxwedanê ya Sîdayê jî çeperên şer ên li Şehîd Dogan carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

12'ê Mijdarê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 6 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.