13 Hezar xwendekar bi jehrî ketin

Sêşem 14 Adar 2023 - 23:05

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Saîd Kerîmî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji ber êrîşên bi gazên jehrî 13 hezar xwendekar hatin dermankirin.

Rayedar dibêjin êrîş bi taybetî li hemberî hedefekê têne kirin. Dibistanên ku êrîş li wan hate kirin hemû ew dibistanin ku xwendekarên keç lê perwerde dibin. Malbat bi hêrs in, her wiha nerazîbûnê nîşan didin ku rayedar tedbîran wernagirin.

Wezareta Karên Hundir diyar kir ku heta niha der dora 100 gumanbar hatine binçavkirin.

Êrîş ji 31 eyaletan li 25 eyaletan hate kirin. Li sedan dibistanî êrîş hate kirin. Muxalîf dibêjin li pişt van êrîşan dewleta Îranê heye.

Serhildan dewam dike

Ciwanên Kurd li bajarên Sine, Kamyaran daketin kolanan û agir pêxistin. Ciwanan bê navber dirûşmeyên li dijî desthilatê qêriyan. Ciwanan demeke dirêj rêya navbera Sine-Kirmaşanê de li trafîkê girtin û çalakiya xwe dewam kirin.

Li gelek herêmên Tahranê jî çalakiyên nerazîbûnê hebûn. Di çalakiyan de êrişên bi gazên jehrî hatin şermezarkirin.

Li bajarê Meşhedê jî jin û ciwan meşiyan û çalakiyek nerazîbûnê dijî desthilata Îranê derxistin.

Bi gazên jehrî êriş dikin

Zêdetirî sê mehin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişê dibistanên keçan tên kirin. Li bajarokê Kanî Surî ya ser bi Sineyê, komek xwendevanên keç ji ber êrişa gaza jehrî rakirin nexweşxaneyê. Tê gotin li bajarê Mahşehîrê êrişa gaza jehrî li ser 2 dibistanan pêkhatiye.
Li aliyek din serokê desthilata Dadweriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 82 hezar kes ji biryara efuyê sûd girtine, ji wê hejmarê 22 hezar kes di dema xwepêşandanan de hatibûn binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.