12 salan de 1956 kolber kuştî û birîndar in

Duşem 27 Adar 2023 - 15:08

Navenda Statîstîkê ya Saziya Mafê Mirovan a KurdPayê, bi raporekê hêjmara kuştin û birîndarbûna kolberan a 12 salên borî de weşand.

Li gorî vê, ji Newroza sala 2011’an heta Newroza sala 2023’an, li Rojhilatê Kurdistanê 1956 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.

Di raporê de tê destnîşankirin ku di nava van salan de 594 kolber hatine kuştin, 1362 kolber birîndar bûne, 5 ji wan jî wenda bûne.

Ji kolberên ku hatine kuştin û birîndarkirin, temenê 36´an jêr 18 salî ye.

Ji %77’ê kolberan bi gullebarana hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gel vê, gelek kolber jî bi sedema teqîna mayînan, sir û seqemê jiyana xwe jidest dane û birîndar bûne.

Li gorî salan statîstîka ji bo kolberan hatiye destnîşan kirin jî wiha ye*;

Li gorî salan kuştî û birîndar

Sala 2011’an bi giştî 94 kolber hatine kuştin û birîndar bûne (43 kes mirine û 51 kes birîndar bûne).

Sala 2012’an bi giştî 74 kolber hatine kuştin û birîndar bûne (43 kes mirine û 31 kes birîndar bûne).

Sala 2013’an bi giştî 102 kes hatine kuştin û birîndar bûne ( 44 kes mirine û 58 kes birîndar bûne).

Sala 2014’an bi giştî 89 kes hatine kuştin û birîndar bûne (38 kes mirine û 51 kes birîndar bûne).

Sala 2015’an bi giştî 58 kes hatine kuştin û birîndar bûne (29 kes mirine û 29 kes birîndar bûne).

Sala 2017’an bi giştî 212 kes hatine kuştin û birîndar bûne (58 kes hatine kuştin, 152 kes birîndar bûne û 2 kes jî wenda bûne).

Sala 2018’an bi giştî 265 kes hatine kuştin û birîndar bûne (79 kes mirine, 183 kes birîndar bûne û 3 kes jî wenda bûne)

Sala 2019’an bi giştî 227 kes hatine kuştin û birîndar bûne (57 kes mirine û 170 kes birîndar bûne).

Sala 2020’an bi giştî 231 kes hatine kuştin û birîndar bûne (58 kes mirine û 173 kes birînar bûne).

Sala 2021’an bi giştî 225 kes hatine kuştin û birîndar bûne (54 kes mirine û 180 kes jî birîndar bûne).

Sala 2022’an bi giştî 225 kes hatine kuştin û birîndar bûne (29 kes mirine û 196 kes birîndar bûne).

1401 caran bi gullereşandina hêzên rejîmê kolber hatine kuştin û birîndar bûne.

130 caran kolber ji zinaran ketine jiyana xwe jidest dane û birîndar bûne.

87 caran kolber ji ber sir, seqem û bahozê jiyana xwe jidest dane û birîndar bûne.

89 caran kolber bi teqîna mayînan jiyana xwe jidest dane û birîndar bûne.

17 caran dema ku kolber ji destê hêzên rejîma Îranê revîne û ketine nava rûbaran jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

27 caran ji ber lêdan û êşkenceya hêzên rejîmê kolber birîndar bûne.

17 caran ji ber gullereşandina leşkerên Tirk kolber jiyana xwe jidest dane û birîndar bûne.

Carekê ji ber lêdan û êşkenceya leşkerên tirk kolberekê jiyana xwe jidest daye.

17 kolber ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dane.

Carekê ji ber bar bi ser kolberan de ketiye kolberekî jiyana xwe ji dest daye. 5 Kolber jî wenda bûne.

Herwiha carekê ji ber qutbûna damarên piştî kolberek birîndar bûye, 3 caran jî ji ber fetisîna ji gazê ya di konan de kolberan jiyana xwe ji dest daye.

Carekê kolberek ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye avêtin birîndar bûye.

147 caran jî kolber di bûyerên qezaya trafîkê de birîndar bûne. 

* Daneyên salan ji Newrozê heta Newrozê ne. Yanî sala 2011´ê, ji Newroza 2011´an heta Newroza 2012´an e.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.