Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) bi raporekê ragihand heta niha 114 xwendekar, mamosta, welatî û aktivîst ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.
Rejîma Îranê ji 8’ê Çileya 2021’an ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrişeke girtin û binçavkirina, xwendekar, aktivîst, mamosta, rojnameger, hunermend û welatiyan daye destpêkirin. Ev pêla girtin û binçavkirinê dewam dike.
Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê heta niha parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam ên Rojhilatê Kurdistanê, paytexta Îranê Tehran û Kerecê 114 Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.
Li gorî rapora Komeleyê di bin çavan de li hinek kesên hatine binçavkirin dane, heqaret li wan hatiye kirin. Herwiha hinek ji wan dema ku çend kêliyan bi malbata re hevdîtin kirine, neçar kirine bi zimanê Farisî li gel xizmên xwe biaxivin.
Hinek ji xizmên kesên hatin binçavkirin ji KMMKê re gotine ku dema ku bi telefonê li gel zarokên xwe axivîne, westiyayî xuya dikirin, diyar bû ku êşkence li wan kirine.
Li gorî rapora KMMK’ê gelek serdanên malbatan ên ji bo der barê cihê ku zarokên wan lê dimînin bizanin bêencam mane.
Komeleyê di rapora xwe de navê kesên hatine girtin jî yek bi yek rêz kir.
ROJNEWS/SILÊMANÎ