- Dema wextê hin tiştan derbas dibe, dibêjin “êdî dereng e û nede dû”, lê Merrill Pittman Cooper li pey xeyala xwe çû û ti carî negot, dereng e. Cooper reşikekî 101 salî ye û li New Jerseyê dimîne
Dema wextê hin tiştan derbas dibe, dibêjin “êdî dereng e û nede dû”, lê Merrill Pittman Cooper li pey xeyala xwe çû û ti carî negot, dereng e. Cooper reşikekî 101 salî ye û li New Jerseyê dimîne. Wî 101 salî dîplomeya lîseyê wergirt û xeyala xwe pêk anî.
Cooper sala 1930’an li gel hemû zehmetiyên wê demê yên cudakariyê jî çû dibistanê. Wî dixwest xwendina xwe bidomîne, lê ji ber şert û mercên jiyanê, mecbûr dimîne dibistana xwe biterikîne. Di wan salan de wî ezmûna lîseyê jî derbas kir û mafê xwendinê bi dest xist, lê ji ber rewşa malbatê nikaribû here lîseyê. Ji ber ku bavê wî tine bû, karê malbatê hemû ketibû stûyê wî. Cooper ji bo wan salan dibêje, “Her tişt zehmet bû, nexasim jî aboriyê zora min dibir. Êdî min nikaribû bixwenda, ji lewre min biryar da ku dev ji lîseyê berdim. Bi vî awayî xwendina min nîvco ma. Min zêde xwe da kar û xeyalên min nîvco man.”
Cooper sala 1945’an dibe operatorê tramwayê. Gelek salan weke operator dixebite. Roj bi roj kariyereke wî çêdibe û ew li herêmekê dibe şaredar jî. Her wiha li New Yorkê dibe serokê sendîkayekê jî. Lê li gel vê karîyera xwe jî dîsa dilê wî mabû bi dîplomeya lîseyê ve. Dixwest rojekê vê xeyala xwe pêk bîne.
Malbata Cooper ji ber bi vê poşmaniya wî dizanîbû, biryar da ku jê re merasîmekê çêkin û dîplomeya lîseyê bidin wî. Li lîseya ku wî dev jê berdabû, ev merasîm pêk hat û Cooper di 101 saliya xwe de dîplomeya xwe wergirt.
NEW JERSEY