10 mirin 82 hîna wenda ne

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 5 Cotmeh 2023 - 16:33

Li geliyekî li bakurê Hindistanê, ji ber lehiyê herî kêm 10 kes mirin, 82 kes jî hîna winda ne.

Barana zêde ya li eyaleta Sîkkîmê kir ku ava Gola Lhonakê bi ser ve biçe û kir ku ji nişka ve lehî rabe.
Gelek wesayît di nava avê de man. Ji rayedarên eyaletê Vîjay Bhûşan Pathak ragihand ku cenazeyên 10 kesan hatine dîtin û leşker jî di nav de 82 kes hîna jî winda ne. Rayedaran diyar kirin ku karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike.

Ev herêma çiyayî ya dûr a Hîmalaya, nêzî sînorê Hindistanê yê bi Nepal û Çînê re ye. Gola Lhonakê jî li quntara qeşayî ya nêzî Kançencûnga ye ku sêyemîn çiyayê herî bilind ê cîhanê ye.

Li gorî artêşa Hindistanê, ji ber bendavekê ku beriya demeke nêz av herikand, asta çemê Tîstayê bi 4,5 metreyan bilindtir bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.