• 68 wekîlên Parlamenta Ewrûpayê (PE) ji Serokê PE'yê Davîde Sassolî re nameyek nivîsîn û bang lê kirin, ku ji bo lêkolînkirina sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, heyetekê bişîne.

Endamên Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenta Ewrûpayê (PE) Françoîs Alfonsî, Andreas Schîeder, Nîkolaj Vîllûmsen jî di nav de 68 wekîlan nameyek ji Serokê PE'yê Davîd Sassolî re nivîsîn û jê xwestin, ku ji bo tespîtkirina sûcên li dijî mirovahiyê yên ku Tirkiyeyê kirine, her wiha ji bo lêkolîna têkildarî rapora Neteweyên Yekbûyî, delegasyoneke taybet a ji parlamenteran bi serokatiya Parlamenta Ewrûpayê ava bike, dema ku qedexeya ger û geştê ya ji ber koronayê bi dawî bû, yekser bişîne Herêma Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyeyê.

Mafê mirovan têne binpêkirin

Parlamenterên Parlamenta Ewrûpayê di nameya xwe de rapora Komîsyona Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Komara Ereb a Sûriyeyê bi bîr dixin û weke girîng destnîşan dikin ku 14'ê Tebaxa 2020'î pêşkêşî Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hate kirin.
Li ser raporê weha tê gotin: “Ev rapor bi rengekî eşkere û ispatkirî balê dikişîne ser binpêkirinên mafê mirovan ên li Bakurê Sûriyeyê. Ev binpêkirin jî ji aliyê 'Tûgaya Suleyman Şah', 'Tûgayên Hamza', yan jî 'Tûgaya Sûltan Mûrat' ên ser bi Tirkiyeyê ve tên kirin. Ev komên navborî tevî Efrîn-Al Bab, her wiha herêma Tel Abyad (Girê Spî) - Serêkaniyê jî kontrol dikin. Qurbanên van binpêkirinan ji destavêtinê heta revandina mirovan û kuştina bêdaraz, ji gelek kiryaran gilî û gazinan dikin. Mexdûrên ku piraniya wan Kurd in û karîbûn ji van komkujiyan birevin, li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Bila Artêşa Tirk xwe vekişîne

Parlementerên Parlementa Ewrûpayê ji serokatiya PEʼê dixwazin ku hikumeta Tirkiyeyê piştgiriya xwe ya polîtîk, aborî û leşkerî ya ji bo van komên ku bi rêk û pêk mafê mirovan binpê dikin, bibire û dibêjin, bila artêşa Tirk û komên ser bi wê ve dawî li dagirkeriya li Bakurê Sûriyeyê bînin û xwe ji herêmê vekişînin.
Parlementer di vê çarçoveyê de dixwazin, delegasyoneke taybet a ji parlamenterên ku bi serokatiya Parlamenta Ewrûpayê hatine hilbijartin bê avakirin û dema qedexeya ger û geştê ya ji ber koronayê bi dawî bû biçe Herêma Rêveberiya Xweser a Bakurrojhilatê Sûriyeyê û dibêjin, “Armanca şandina vê delegasyonê ji bo herêmê ew e ku li ser rewşê hîn bêhtir agahiyan kom bike, bi organên siyasî yên rêveberiya xweser re diyalogê bide destpêkirin û bi mirovên ji herêmên di bin dagirkeriya Tirk de reviyane, biaxive. Ev hewldan wê destûra wê yekê bike ku raporên Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bên lêkolîn, berpirsyarên gengaz ên komkujiyan bên pênasekirin û di bin sîwana Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de darizandin dest pê bike."

NAVENDA NÛÇEYAN