- Li Elmanyayê li dijî qedexekirina PKK´ê 18 û 19 Hezîranê li paytext Berlînê forumek bi navê “Niha em dipeyivin” bi rê ve çû.
ERDAL BAZ / BREMEN
Li Elmanyayê li dijî qedexekirina PKK´ê 18 û 19 Hezîranê li paytext Berlînê forumek bi navê “Niha em dipeyivin” bi rê ve çû. Rapora wê ya encamê hat eşkerekirin. Hevseroka Komîteya Mafên Sereke Yvonne Franke, Hevserokê Komîteya Mafên Sereke Sebastian Bähr, siyasetzan Heinz Michael Vilsmeier û Dr. Gisela Penteker weke jûrî rapor amade kirin.
Di raporê de wan got, “Qedexekirina PKK´ê Kurdên li Elmanyayê ji mafên wan ên sereke yên demokratîk bêpar dihêle. Van salên dawiyê zext zêde bûn”.
Parêzera Dîlan Akdogan endama MAF-DAD´ê ye. MAF-DAD´ê mêvandariya forumê kiribû, Dîlan Akdoganê jî piştî eşkerekirina raporê got, ew ê heta betalkirina qedexekirina PKK´ê têkoşîna hiqûqî dewam bikin û ji bo zexteke civakî ava bikin, bêhtir bi Rêxistinên Civaka Sivîl û rewşenbîran re kar bikin.