• Nivîskarê The Guardianê Simon Tisdall li ser peymana bazirganiyê ya Ingilîstan û Tirkiyeyê got, Brîtanya Global hazir e ku bazara her tiştî bike, ya wicdanan jî.

Ingilîstana piştî Brexitê navê Global Britain (Brîtanya Global) li xwe dikir û pesnê xwe dida. Ji The Guardianê Simon Tisdall bi şiroveyekê hem Brîtanya Global li bin guhê erdê da û hem jî nebûna exlaqekî wê yê ji bo peywendiyên dualî yên bi dewletan re.  

Simon Tisdall hê bi sernivîsa xwe dest pê dike û di ser peymana dualî ya Tirkiye û Ingilîstanê re siyaseta hikûmeta muhafezekar a Ingilîstanê rexne dike, "Brîtanya Global hazir e bazara her tiştî bike. Ya wicdanan jî".   
Simon Tisdall îşaret bi peymana bazirganiyê ya Ingilîstan û Tirkiyeyê dike ya ku beriya bi hefteyekê hatiye mohrkirin, û dibêje, ev peyman, "xwe li binpêkirinên mafên mirovan ên sereqet kerr û kor dike, serokdewletê [Tirkiyeyê yê] bi tehlûke xurt dike û soza wezaretan a ku digot, Brîtanya Global wê heqê hiqûqa navneteweyî û nirxên navneteweyî biparêze, binpê dike." 

Kontrola parlamenê li ser peymanê nebû

Ev peyman bêyî ku seresere jî li parlamenê li ser bê minaqeşekirin, 1’ê Çile hat erê kirin û Simon Tisdall vê yekê weke "Rastiya dinyaya Boris Johnson bêwicdan a piştî Brexitê" ya xwe bi ser Inigilîstanê de berdide bi nav dike. 
Ew her wiha xurtkirina dîktatorê dewleta Tirk Tayyip Erdogan jî bi rêya vê peymanê rexne dike. Bi ya wî Tayyip Erdogan ê ku li dinyayê tenê dimîne, karî vê peymanê weke oksîjenê bi kar bîne. Bi ya wî siyaseta dewleta Tirk a elaqedarî Rûsya, Sûrî, Lîbya, Yewnanistan û Qibrisê kiriye ku ew navneteweyî tengav bibe û "Ji Erdogan re tavilê serketinek lazim bû. Truss [Wezîrê bazirganiya navneteweyî yê Ingilîstanê] ê bêxtreş ev serketin da wî."

Peymanê Erdogan xurt kir 

Nivîskar ne bi safdilî li bendê ye ku meseleyên binpêkirina mafê mirovan di bazirganiyeke salane ya dualî ya 18,6 milyar poundî bi dewreke diyarker rabin. Lê ew bi bîr dixe ku Brîtanya piştî Elmanyayê welatê duyem e ku Tirkiye herî zêde mal difiroşiyê. Yanî bi ya wî, Enqere neçar bû ku xwegihandina bêgumruk a vê bazara mezin misoger bike. Lê hikûmeta Boris Johnson û Truss nekarîne vê avantaja xwe bi kar bînin, heta wan ti şert jî nedaniye ber Erdogan. 
Encamê jî ew wiha rave dike: "Brîtanya niha bêpirs û hesab bi hikûmeteke wisa re di nav yek nivînê de ye ku bi rêk û pêk muxalifan digire, sextekariyê di hilbijartinan de dike û zorê li dadgeran dike. Parêzerên bêalî, parazvanên mafê mirovan û rojnamevan bi sedan hepskirî ne yan jî sûrginkirî ne. Hevserokê berê yê HDP ya aliyê Kurd digire, di hepsê de ye, tevî ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê biryara dawî ya serbestkirina wî jî da."

Her sîleh firotin

Simon Tisdall tehlûkeya belavbûna peymanên dualî yên weke vê bi dewletên din ên dîktatoriyê û otorîter re bi bîr dixe û dibêje, hêmana wicdan û exlaq di helwêsta pere di ber pere de ya Boris Johnson de hîç nînin.  
Ji bo tehlûkeya vê helwêstê nîşan bide, ew dibêje, "Li gorî Kampanyaya li dijî bazirganiya sîlehan, Brîtanyayê ji dema protestoyên Geziyê yên 2013´an ve bi bihayê 1.3 milyar poundan sîleh firotine Tirkiyeyê. Ji hewldana darbeya eskerî ya 2016´an û vir ve jî lîsansa firotina bi 806 milyon poundan sîleh hat dayîn." 

Li gorî Simon Tisdall peymana bi Tirkiyeyê îşaret bi durûtiyeke esasî dike. Ev durûtî jî ji sozên wezîrê hikûmetê Dominic Raad eşkere dibin: "Wezîrê karê derve Dominic Raab soz dabû, ´gava em ji YE´yê derkevin, … binpêkerên mafê mirovan ên li seranserê dinyayê wê encamên kirinên xwe bibînin.´ Wî Çileyê 2020´an jî li meclisê gotibû,  Brîtanya Global her wiha elaqedarî parastina nirxên me yên demokrasiya lîberal û dilsoziya me ya bi serweriya hiqûqa navneteweyî ye jî."
Lê piştî peymana mohrkirî bi ya nivîskarî, Erdogan û yên weke wî bi van gotinên wezîrê Ingilîz dikenin. Bi ya wî peymanên bi vî rengî jirêderketina siyasetê û bê wicdankirina siyasetê ne.

LONDON