'Niyeta Erdogan qirkirin e'

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 06:48

  • Şirîkê hikumeta Spanyayê Podemos li ser malpera xwe ya înternetê têkildarî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û zextên li ser siyaseta demokratîk daxuyaniyek weşand.

Podemos ku hevparê hikûmeta Spanyayê ye, nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û got, hewldana "herêma ewle" hincetek e ji bo "paqijiya etnîk".

Şirîkê hikumeta Spanyayê Podemos li ser malpera xwe ya înternetê têkildarî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û zextên li ser siyaseta demokratîk daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hate kirin û zextên li ser HDP'ê hatin bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan hefteyên derbasbûyî li Iraqê bombardûmanek da destpêkirin û gefên dagirkeriyeke nû li Sûriyeyê dixwe. bi vî rengî êrişên li ser gelê Kurd zêde kirin.

Erdogan di 18'ê Nîsanê de li ser Iraqê û Sûriyeyê li dijî hêzên Kurdan dest bi êrişa hewayî û bejahî kir. Ji hingî ve hêzên Tirk bombeyan li herêmên sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarînin.

Erdogan di 24'ê Gulanê de niyeta xwe ya dagirkeriyê eşkere kir ku ji bo bicihkirina penaberan 'herêmeke ewle' ya ji 30 kîlometreyî ava bike. Ev hewldan bahaneyeke ji bo paqijiya etnîk a li herêmê ku tevî bi deh hezaran penaberên Kurd, Ereb, Asûrî û Êzîdî li dijî 2.5 milyon mirovî ye."

Podemos ji Yekîtiya Ewrûpayê xwest ku helwêsteke bi biryar nîşan bide û bang li dewleat Tirk jî kir da ku li maseya muxakereyan vegere.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.