• Li paytexta Awusturyayê Viyanayê di êrişeke çekdarî ya li dijî xelkê bajêr de herî kêm çar kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Rayedaran da zanîn ku yek ji êrişkaran hatiye kuştin û ev kes jî sempatîzanê DAIŞ´ê ye. Êrişê gefên Erdogan li Awusturyayê xwaribûn, anîn bîra mirovan.

Di êrişeke li Viyanayê de êrişkarekî yan jî çendek êrişkaran herî kêm 4 kes kuştin û gelek kes jî birîndar kirin. Yek ji êrişkaran, yan jî êrişkar hat kuştin û rayedaran got, ew sempatîzanê DAIŞ´ê bûye. Vê yekê berê awiran bire ser gefên Erdogan li Ewrûpa û li hikûmeta Awusturyayê xwaribûn.
Êdî veguheriye klasîkeke Erdogan û dewleta Tirk. Gava ku dikevin rewşeke li wan teng dibe, gefan pêşî dixwin. Heger gefên wan jî bi kêr neyên, êriş dikin. Êrişkarekî yan jî gelek êrişakaran pêr li paytexta Awusturyayê bi tivingek û dermanceyekê li kolanan dest bi kuştina mirovan kir. Êrişa ku 8´ê êvarê dest pê kir, li gorî daxuyaniya fermî ya rayedaran bi kuştina 4 bêgunehan û birîndarbûna bi dehan kesên ji xelkê bajêr bi encam bû. Di êrişê de polêsek jî bi giranî birîndar bûye. Wezîrê karê hundir ê Awusturyayê, Nehammer doh da zanîn ku êrişkarek hatiye kuştin û ew êrişkar weke sempatîzanê DAIŞ´ê bi nav kir. Wezîr wekî din got, ti nîşane nînin ku bibêjin, êrişkar ji yekê zêdetir bin, lê pê nîvê şev polês hê bawer dikir ji yekê zêdetir êrişkar hebin. Axir krîza ji ber ajanên Tirk, xebatên MÎT´ê li Awusturyayê û qedexekirina nîşanên Gurên Boz, berê bûbûn sedema aloziya di navbera Viyana û Enqerê de.
Destpêka Îlonê jî ajanekî MÎT´ê teslîmî rayedarên Awusturyayê bûbû û gotibû, MÎT pîlanekê digerîne da ku siyasetvanên Awusturyayî bikuje. Di nava van siyasetvanan de Bêrîvan Aslan jî hebû.

Êrişa dilê mirov dixelîne

Gefên ku Erdogan eşkere bi êrişan li gelek welatên Ewrûpayê xwarin, çawa par, pêrar û beriya wê 2014 û 2015´an pêk hatin, niha li Parîs, Nice û Viyanayê pêk tên. Kengî rêveberiya delweta Tirk di warê siyasî û aborî de teng bû, van êrişan bi çeteyên xwe yan jî bi ajanên îstîxbarat xwe dide kirin. Jixwe, piştî ku li Rojavayê Kurdistanê, li Bakurê Sûriyê, li Lîbya û Qefqesan dewleta Tirk û DAIŞ bûn hevkarên hev ên eşkere, mirov nikare kirinên wan jî ji hev veqetîne. Carê vekirina rê, dana lojîstikê weke hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ´ê dihat dîtin, lê niha hevgiriyeke eşkere a siyasî û eskerî ji Qefqasan heta bi Lîbyayê, dike ku delweta Tirk û DAIŞ weke xwedî yek armanc xuya bikin.
Serokwezîrê Awusturyayê hê şeva êriş nû pêk hatî, bi daxuyaniya xwe êriş weke "êrişeke terorê ya diklê mirovan dixelîne" bi nav kir.
Tevî ku wezîrê karê hundir Karl Nehammer da zanîn ku êrişkarê hatiye kuştin, 20 salî ye û sempatîzanê DAIŞ´ê ye. Lê polêsan nexwest doh agahiyên bêhtir li ser êrişkar eşkere bikin. Wekî din hîna eşkere nebûye, ka gelo kesên alîkarî dane vî êrişkarî hebûne yan na. Berdevkê wezareta karê hindûr, dihizirî ku hejmara êrişkaran herî zêde çar be.
Êrişkaran devereke qelebalix a ku ji ber destpêka tevdîrên ji ber şewba koronayê, ku doh destpêkirin, xelkê bajêr doh jî pêr jî çûyê kire hedef. Li vir sînagog jî heye.
Ji ber ku beriya vê êrişê li bajarê Fransayê Nicê li dêrekê êrişkarekî bi kêrê 3 kes qetil kirin û beriya wê jî êrişkarekî din li banliyoyeke Parîsê mamosteyek ser jê kir, welatê herî zû êriş şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo Awusturyayê îfade kir, bû Fransa. NAVENDA NÛÇEYAN

 

Gefa şer li Awusturyayê xwaribû

Serekçeteyê dewleta Tirk Tayyip Erdogan, 11´ê hezîrana 2018´an gef xwaribûn li serokwezîrê Awusturyayê Sebastian Kurz, gava ku Awusturyayê biryar da mizgeftên li wan tundrawî tê belavkirin bigire: "Ev xeşîmiya te ev helwêsta te dibe ku belayan bîne serê te. Zanibe, tu li Awusturyayê mizgeftekê bigirê, Mislimanên li wir, melayan ji Awusturyayê bikî der, ev ê şerekî xaçperest û hîlalê bide destpêkirin. Tu wê bibî berpirsê vê yekê.
Serokwezîrê Welêt jî gelek caran yekser rexne li Erdogan girtibûn ji ber ku ew Tirkên li ewrûpayê ji bo armancên xwe bi xirabî bi kar tîne: "Yekîtiya Ewrûpayê divê destûrê nede ku Erdogan gefan bixwe û şantajê bike. Heger Ewrûpa destûrê bide ku Tirkiye şantajê lê bike, ev mesleyeke cidî ye. Ez Erdogan şermezar dikim ji ber ku ew hewl dide Tirkên li rojavayê Ewrûpayê ji bo armancên xwe bi kar bîne."