- Li çar bajarên din ên Elmanyayê komeleya dêûbavên Kurdistanî, Yekmal hat vekirin. Ya herî çalak Yekmal a Berlînê jî ji vî karî re pêşengiyê dike. Rêvebera Giştî ya Yekmal Berlînê Gunay Darica dibêje, hîna jî gava li pêşiya wan dibistaneke Kurdî Elmanî ye.
FEHMÎ KATAR
BERLÎN
Yekîtiya Dêûbavên Kurdistanî li Elmanyayê (Yekmal) sala 1993´yan li Berlînê bi destê dêûbav, mamoste û perwerdekaran weke komeleyeke civakî hat vekirin. Komele li Berlînê ev 28 sal in çalak e. Niha jî li bajarên Essen, Mainz, Bielefeld û Herfordê Yekmal vedibin. Ev Yekmal wê bi destûrên xwe û di warê karê avakirina derguşxane û baxçeyên zarokan ên bi Kurdî-Elmanî de jî bi Yekmala Berlînê re weke şaxên wê kar bikin. Li ser mijarê em bi rêvebera giştî ya Yekmala Berlînê Gunay Darici re peyivîn.
Darici dibêje, di van 15 salên dawî de wan karê xwe gelekî bi pêş xistiye û gelek kes xebitandine. Her kesa bi wan re xebitî jî karê wan dewlemend kiriye. Vê jî aboriya wan xurt kiriye. Darici dibêje, êdî ew amade ne zanîn û tecrûbeyên xwe parve bikin.
Di nava kar û xizmetên Yekmalê de xebatên bi du zimanan ên bi Kurdî-Elmanî, diyaloga bi malbatan re, şêwirmendiya malbatan bi Kurdî û zimanên din, derguşxaneyên Kurdî-Elmanî, nûneriya çand û zimanê Kurdî hene.
Pêşî dergûşxaneya Kurdî-Elmanî
Li ser karên serketî yên destpêkê yên Yekmalê Gunay Darici dibêje, "Piştî ku me dergûşxane û baxçeyê zarokan ê pêşî vekir, vê serketina me, bala malbatên Kurd kişand ser xwe. Niha tecrûbeyeke me ya saziyê û behremendiya me heye. Ev karekî welê ye ku hazirî jê re divê, divê bi sîstem û demdirêj be."
Gunay Darici dibêje, piştî ku wan karê xwe geş kiriye, halê hazir qederê 70 kesan di nav xebatên xwe de dide karkirin.
Me nîşan da Kurdî-Elmanî mumkin e
Darici dibêje, serketina wan a duyem jî ew bû ku xebatên duzimanî yên Kurdî-Elmanî bûne. Wan bi kitêbên zarokan, çalakiyên wêjeyî, hefteyên çandê, û lêkolîn û kitêbên zanistî ev nîşan daye: "Di encamê de bi pratîka xwe me nîşan da ku xebata bi du zimanan mumkin e."
Gunay Darici xebata anketê ya ji bo fikra dêûbavan li ser dergûşxaneyên Kurdî-Elmanî ya li eyaletên din a li Elmanyayê bi bîr dixe û dibêje, "Armanceke me ya sereke ye ku em li bajarên din jî dergûşxaneyên duzimanî vekin. Me dest bi xebata anketê kir û ji bo rêvebirina vê xebatê me beşeke bi navê ‘Yekmal Aktiv’ di nava saziya xwe de vekir. Tîmeke ji vê berpirsiyar heye."
Li gorî elaqeyê li çar bajaran Yekmalên nû
Qederê 4 mehan anketa ji 20 pirsan li Elmanyayê hat gerandin. Piştî wê jî tevneke ji akademîsyen, mamoste, zimanzan, xebatkarên saziyan, xebatkarên karê civakî hat avakirin. Ji bo vê Darici dibêje, "Me 6 mehan civînên dijîtal kirin. Qederê 40 kesî beşdar bûn. Piştre ji bo vekirina Yekmalên li bajarên din, em bi mirovên vê tevnê re yên li bajarên cihê re jî yek bi yek peyivîn. Ji bo me pîvan ew bû, li kîjan bajarî elaqe û beşdariya ji anketê re gelek bû, meyla me ya îhtîmala vekirina Yekmalê li wî bajarî hebû."
Gunay Darici li ser meselê wiha dewam dike: "Ji destpêka îsal ve me li bajarên Essen, Mainz, Bielefeld û Herfordê şaxên xwe vekirin. Em dixwazin tecrûbeyên xwe yên ji Berlînê bigihînin wan. Li Essen û Mainzê halê hazir buroyên me yên fermî yên çalak hene. Ji bilî van ofîsan, armanca me ye ku em li her eyaletê dergûşxaneyên duzimanî, yanî bi Kurdî û Elmanî vekin. Hem şens û hem jî potansiyela me ji bo vê heye. Ji 2014´an ve tecrûbeya me di vê yekê de heye."
Projeya dibistana Kurdî-Elmanî
Gunay Darici bi bîr dixe ku li Berlînê hîna ji armancên wan ên sereke ye ku dibistaneke serretayî ya duzimanî ya Kurdî Elmanî vekin: "Armanca me ya vekirina dibistaneke seretayî ya duzimanî heye. Ji bo amadekirina projeyeke wisa gelek wext lazim e. Em bi mirovan re daimî dicivin, binesaziya pedagojîk amade dikin. Em avahiya zanistî ya elaqedarî ziman ava dikin. Ji bo dibistanê li avahiyeke guncaw digerin. Em bi partî, sazî û şaredarên Elman re yek bi yek dicivin."
Xwe bigihînin Yekmalê
Gunay Darici herî dawî bang li kesên li bajar û eyaletên din dike da ku di ser malpera www.yekmal.com re di beşa Yekmal Aktiv de xwe bigihînin wan. Ew dibêje, "Em dikarin hev nas bikin û guh bidin fikrên hev. Em piştre dikarin zelal bikin ka em bi hev re dikarin çi bikin. Mesela, kesek xwe bigihîne me û bibêje, li filan deverê cihekî baş heye ji bo dergûşxaneyekê, em ê li vê bikolin, û li gorî derfetan em dikarin li wir dergûşxaneyekê jî vekin."