Siyasetmedarê Kurd Abdullah Demirbaş ê ku şaredariya navçeya Sûrê ya Amedê kiribû, lê ji ber dozên siyasî ya dewleta Tirk li Ewrûpayê dijî, bi Papa Francis, rêberê ruhanî yê Xiristiyanên Katolîk û Serokê Vatîkanê re hevdîtin kir. Hevdîtina ku li Vatîkanê pêk hat, li ser daxwaza Demîrbaş çêbûye. Demirbaş di hevdîtinê de ji Papa Francis xwestiye ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd dua bike. Di hevdîtinê de Demirbaş berhema Mem û Zîn a Ehmedê Xanî jî  pêşkêşî Papa kir.

NAVENDA NÛÇEYAN