Hunermendê kolanan yê Portugalî bi enstalasyona xwe ya ku ji 500 euroyên ji kaxiz çêkiriye serdana Papa ya ji bo Portugalê protesto kir.
Hunermendê Portugalî yê bi navê Bordalo II ji bo balê bikşîne ser meseleyên avûhewayê ji kolanan çopan dide hev û ji van çopan pekerên ajalan çêdike. Ew bi van peykerên xwe yên ji çopan jî tê naskirin. Piştî dibihîze Papa tê serdana Portugalê û ev serdana wî bi pereyekî zêde pêk tê biryar dide ku vê serdana Papa protesto bike. Di esasê xwe de enstalasyona Bordalo II weke xalîçeyekê hatiye sêwirandin, xalîçeyeke ku li ser panqnotên 500 euro hatine neqşkirin! Bordalo enstalasyona xwe li Lîzbonê, ango cihê ku dê Papa di wir re derbas bibe bi cih kir.
Tê gotin ku serdana Papa bi lêçûneke mezin (161 milyon euro) pêk tê. Pereyên ku ji bo vê serdana Papa werin dayîn jî hêla hikûmetê, dêrên katolîk û her wiha meclîsên bajar yên derûdora Lîzbonê hatiye komkirin. Tenê para hikûmetê 30 milyon euro ye!
Bordalo II ku navê wî yê rastîn Artur Bordalo ye, navê “The Walk of Shame” (Meşa Şermê) li enstalasyona xwe kiriye û dê ev enstalasyona wî di 6’ê meha Tebaxê de li ser rêya ku Papa tê re derbas dibe were nîşandan.
Bardolo bi vê enstalasyona xwe çavkaniyên gelemperî çawa ji bo merasîmeke olî tê bikaranîn rexne dike û dibêje, “Li dewleteke laîk xelk ji bo debara xwe bike û her wiha rûmeta xwe biparêze li ber xwe dide û dixebite. Lê ji hêlekê ve jî bi hezaran milyon euro ku hemû çavkaniyên qamûyî ne ji bo serdaneke bi vî rengî tên xerckirin.”
LÎZBON