'Heger Tirk wê jî bikujin'

În 5 Gulan 2023 - 00:36

Di malpera nûçeyan Al-Monitor de rojnamevan Amberîn Zaman nûçeyek li ser zarokên bi êrişên dronên Tirkiyeyê şehîd bûne û malbatên wan çêkiriye. Di nûçeya bi maxreca Dirbesiyê de pêşî behsa Ehmed Abid El-Xanî Selam ê 11 salî tê kirin. Dayika wî bi bîr dixe ku kurê wê dixwest paşê dikana bavê xwe “Arî Market” bixebitîne û wiha dewam dike: “Ew jîr, karkir û dilmezin bû”. Lê dewleta Tirk bi derbeke bi droneke kujer 18´ê Çile ew dilê mezin sekinand. 

Amberîn Zaman bi malbata Silava Remezan re jî dipeyive. Gava ku bi êrişa dronên Tirk silava şehîd bû hîna 16 salî bû. Wê gelekî hez ji heywanan dikir û bi eşq stran digotin û rol dikir. 18´ê Tebaxa 2022´yan di êrişa dronên Tirk de Silava birîndar bû, û 1´ê Îlonê jî şehîd bû. Dayika wê Remziya dibêje, “Ew 1´ê Îlonê roja Aştiyê ya cîhanê şehîd bû. Erdogan ew roj li me kir jehr.”

6´ê Tebaxa bihurî di êrişa bi dronan a dewleta Tirk de Ehmed Husseyin ê 18 salî şehîd bû û pêre pismamê wî yê 16 salî jî Aheng jî di heman êrişê de şehîd bû. Bavê Ehmed, Elî dibêje, ew jî birîndar bûye û hîna gelek parçe di laşê wî de û bi emeliyatan ew parçe ji laşê wê tên derxistin. Fayîza, dayika Ehmed, dibêje, êdî ew ditirse ku derkeve derve, lê tirsêa wê ji vê jî mezinitir e: “Ez ditirsim zarokeke din bînim dinê. Ez ê çi xweliyê li serê xwe bikim heger Tirk wê jî bikujin.”   

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.