Dewleta Tirk sûcê dema şer dike

Pêncşem 6 Gulan 2021 - 03:34

Li Til Temirê, ji ber qutkirina avê ji ser çemê Xabûrê û ziwakirina wê bi destê dewleta Tirk a dagirker, ev bêhtirî 10 salan e ku çandinî têk çûye. Qutkirina ava çemê Firatê jî bû sedema telefbûna zêdetirî nîvê berhemên avî li herêmên hewza Firatê.

Li gorî çend salên bihurî, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û herêma Cizîrê bi taybetî, ji ber kêmbûna berhemên çandiniyê mexdûr in, lewma baran îsal kêm barî û çandiniya bejî telef bû.

Cotkaran hêviyên xwe bi çandiniya avî ve girê dabû, lê dewleta Tirk ava çemê Firatê û çemên din birrîn û çandiniya avî jî têk bir.

Ji girîngtirîn çavkaniyên ku cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çandiniyên xwe yên avî de pişta xwe didinê, çemê Firatê ye. Li TilTemirê çemê Xabûrê heyatî ye ku avê dide çemê Çeqçeqê e.

Dewleta Tirk a dagirker para Sûriyê ji ava Firatê qut kir, bi wê re jî çavkaniya çemê Xabûrê ku ji hundirê Tirkiyê diherike girt. 

Cotkarên Til Temirê dibêjin, berhemên wan îsal nîvî bi nîvî telefbûne û dewleta Tirk ji vê berpirsiyar digirin. Qutkirina avê ji ser xelkê yek ji sûcên dema şer e. 

HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.