• Kino Gabriel: 80 êsîrên QSD´yî di hepsên dewleta Tirk de ne. Şermezarkirina em li bendê ya civaka navneteweyî, û mueyîdeyên berçav li dijî vê pêk nehatin. Em li bendê ne ku NY û Konseya Ewlekariyê helwêsteke zelal û mueyîdeyên bi rastî li ser Tirkiyeyê ferz bikin.

Berdevkê QSD´ê Kino Gabriel li ser hepskirina şervanên MFS (Meclîsa Eskerî ya Suryanî) daxuyanî da û got, "Civaka navneteweyî divê ji ber binpêkirina Peymana Cenevreyê, bi erka xwe rabe".

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kino Gabriel bang li Neteweyên Yekbûyî kir da ku bibe xwedî helwêst û mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê ferz bikin li ser meseleya girtin û mehkûmkirina bi muebedê ya sê şervanên MSF’ê bi destê dewleta Tirk. Ev her sê şervan beriya bi 2 salan di dema parastina Serêkaniyê de li ser erdên Bakur û Rojhilatê Sûrî êsîr ketibûn destê hêzên dewleta Tirk û bi awayekî li dijî qanûnên navneteweyî, ew biribûn Tirkiyeyê.  

Kino Gabriel got, tevî van 3 şervanên MFS´ê hejmara şervanên QSD´ê yên ku bi awayekî neqanûnî li Tirkiyeyê tên ragirtin, 80´ê ye. Kino Gabriel ji Syriac News re li ser mijarê peyivî û got, dozên qaşo hiqûqî yên li Tirkiyeyê, binpêkirineke hişk a Peymana Cenevreyê ye. Wî pê re jî bang li civaka navneteweyî kir da ku li dijî vê binpêkirinê bi erka xwe rabe: “Hepskirina şervanên QSD´ê li Tirkiyeyê binpêkirineke giran a hiqûqa navneteweyî û Peymana Cenevreyê ye. Şervanên me di dagirkeriyeke neqanûnî de li ser erda dewleta Sûrî êsîr ketin destê Tirkiyeyê.

Heştê şervanên QSD´ê bi awayekî neqanûnî di hepsên Tirkiyeyê de ne. 3 ji wan jî yên MFS´ê ne. Ew bi awayekî neqanûnî hatin dadgehkirin, û cezayê hepsê yê muebedê li wan hat birrîn. Ev binpêkirina hiqûqa navneteweyî û Peymana Cenevreyê ye. Dewleta Tirk jî ev peyman mohr kiriye. Civaka navneteweyî divê bi awayekî eşkere vê şermezar bike, û nexasim jî Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya wê ya Ewlekariyê bi mueyîdeyên berçav li dijî vê bibin xwedî helwêst.”

Dewleta Tirk bi qest wiha dike

Kino Gabriel dibêje, dewleta Tirk bi qesd wisa dike da ku gotara xwe ya rewakirina dagirkirina erda Sûriyê weke şerê qaşo li dijî terorê bide nîşan. Kino Gabriel bi bîr dixe ku dewleta Tirk xwe li binpêkirinên mafên mirovan li erdên dagirkirî kerr û kor dike û wiha dewam kir: “Mekîneya propagandayê ya dewleta Tirk hewl dide desteka xwe ya ji terorîstan re veşêrê bi kirasê Artêşa Niştimanî ya Sûrî. Bi vê îdîa dike ku şervanên me terorîst in û wan li ser erdên xwe dadgeh dike. Ev hemû jî binpêkirinên Peymana Cenevreyê ne.”

Civaka navneteweyî bêdeng e 

Berdevkê QSD´ê Kino Gabriel gazinên xwe ji bêdengiya navneteweyî îfade kir û got, “Mixabin, bi temamî şermezarkirina em li bendê ya civaka navneteweyî, û gav û mueyîdeyên berçav li dijî bi dehan car revandina êsîran a neqanûnî ya ji Sûrî ber bi Tirkiyeyê ve pêk nehatin. Komên mafê mirovan ên navneteweyî nerazîbûna xwe nîşan dan, weke hin kesên bi tesîr û hin rayedaran, lê ev kêm bû, vê nekir ku Tirkiye van êsîran berde û bike ku hew mafê mirovan binpê bike. ”

Kino Gabriel herî dawî yekser bang li NY û Konseya Ewlekariyê kir: “Em li bendê ne ku NY û Konseya Ewlekariyê helwêsteke zelal û mueyîdeyên bi rastî li ser Tirkiyeyê ferz bike da ku desteka wê ji çeteyan re qut bike, binpêkirinên wê yên mafê mirovan û propagandaya wê ya şer bi dawî bike."

QAMIŞLO