Li Îranê 17 jin hatine bidarvekirin

  • Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê têkildarî bidarvekirina jinan li Îranê raporek weşand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê têkildarî bidarvekirina jinan li Îranê raporek weşand. Rêxistinê da zanîn ku di 2021`ê de desthilata Îranê herî kêm 17 jin bi dar ve kirine. 

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ya ku navenda wê li Norwêcê ye û rêxistina civakî ya bi navê 'Em bi hev re li dijî bidarvekirinê' (ECPM) ya ku navenda wê li Fransayê ye, têkildarî bi darvekirinan rapora xwe ya sala 14’an weşand.

Li gorî raporê: "Îran bi danûstandinên li ser bernameya nukleerî, bi xurtî li qada navneteweyî vedigere", lê di heman demê de li vî welatî 'înfaza bidarvekirinan jî dewam dike'.

Di raporê de hate gotin, îdam li dijî gelek muxalîfan weke amûreke zextê hatiye bikaranîn.

Li gorê raporê sala 2021'ê herî kêm 333 kes li Îranê hatine bidarvekirin. Ev hejmar 2020’an 267 bû. Yanî bidarvekirin li Îranê ji sedî 25 zêde bûne.

Li gorî raporê ev gelekî metirsîdar e. Rêxistinên rapor nivîsandî, dibêjin, piştî Îbrahîm Reîsî Hezîrana 2021'ê bû Serokkomar bidarvekirin zêde bûne.

Di heman raporê de hate ragihandin ku sala 2020’an, 9 jin hatine bidarvekirin, sala 2021'ê ev hejmar bûye 17. Hate ragihandin ku ji jinên li Îranê hatin bidarvekirin zarok bûne. Ji 17 jinan, 12 ji ber kuştinê hatibûn mehkûmkirin. Rêxistinên civakî yên sivîl bal birin ser hejmara zêde ya jinan ku ji ber kuştina hevserên xwe bi îdamê hatine mehkûmkirin û nerazîbûn nîşanî ceza û înfaza wê dan.

OSLO

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.