Komek ji hunermendan li Kobanê bi hedefa piştevanî, geşkirina behreyên zarokan û naskirina dengên wan, pêşbirkeke stranan bi rêya înternetê li dar xist û gelek zarok beşdar bûn.
Pêşbirk bi navê Stêrkên Paşerojê hat lidarxistin û ev cara yekê ye li Kobanê bi rê ve çû. Qederê 150 zarokên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî pêşbirkê bûn.
Di pêşbirkê de zarokên Kurd stranên xwe dişînin ji malpera Dengê Kobanê re.
Komîteya Kontrolkirinê ya ji 4 çavdêran bi rêya facebookê nirxandinên dengan û pêşniyaza navên serketî dikin.
Beşdar stranên xwe dibêjin da ku xwe bigihînin dawiya pêşbirkê. Yên serketî wê yan bi vîdeokilîpekê yan jî bi amûreke muzîkê bên xelatkirin.
Hunermend Seidûn Kobanê, endamê komîteya nirxandinê ya Pêşbirka Stêrkên Paşerojê ye. Ew dibêje, "Di demekê de ku korona li cîhanê belav bûye, armanca me bi vê pêşbirkê bişirînek e, ku li ser rûyên zarokên herêmê çêbe. Ev zarok ne bi nexweşî ne jî bi pandemiyan dizanin. Em hêvî dikin ku pêşbirk bibe piştevaniyeke moralê ji wan re."
Ji serketiyan re vîdeo klîp
Seidûn Kobanê wiha dewam dike: "Em hewl didin dengên ciwan û xweşik di nava zarokan de keşf bikin. Me texmîn nedikir ku ewqas dengên xweş ên zarokan derkevin holê".
Li gorî wî 4 qonaxên pêşbirkê wiha ne: Qonaxa deng bihuriye ku pê 150 zarok hatin tesbîtkirin. Di qonaxa duyê de ji wan 50 zarok wê bên hilbijartin. Di qonaxa sisiyê de 25 zarok wê bên hilbiajrtin û piştre hejmar wê dakeve 12´an. Di fînalê de jî wê 4 zarok bi ser kevin. Zarokên serketî wî amûrên muzîkê weke xelat wergirin. Ji bo wan wê klîpeke vîdeo jî bê çêkirin ji bo teşwîqkirina behreyên wan.
Komîteya amadekar dibêje, ew niha qonaxa diduyê jî bi dawî dikin.
ANHA/KOBANÊ