Zanîngehên Rojava xwendekaran pêşwazî dikin

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Tîrmeh 2021 - 04:12

Piştî derketina encamên ezmûnên dawiya salê yên refa 12’an (bekeloriya), koordînasyona her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava, Kobanê, El-Şerq) şert û mercên serlêdana zanîgehan ji bo sala nû ragihand. Endama komîteya amadekar diyar kir ku her sê zanîngeh ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade ne û dikarin derdora 2 hezar xwendekarî pêşwazî bikin.

Dê qonaxên serlêdanê li ser van 6 xalan pêk werin; serlêdana navenda tomarkirin, tevlîbûna ezmûna nivîskî, diyarkirina encamên ezmûnan, tormarkirina daxwaznameyan, hevdîtin di hin beşan de û ragihandina encaman. Navendên serlêdanê dê li Qamişlo, Kobanê, Şehba û Reqayê bin.

Beriya ku xwendekar derbasê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin, dê ezmûn bên çêkirin; ezmûna giştî wê bijaretî (etmetê) be û ji bo beşa zanistî (Bîrkarî, Fîzîk, Kîmya, Biyolojî, Çand û Exlaq, zimanê Kurdî, Erebî û Ingilîzî jî be). Ji bo beşê wêjeyî (Dîrok, Erdnîgarî, Felsefe, Çand û Exlaq, zimanê Kurdî, Erebî û Ingilîzî) be. Wê her materyalek ji 20 pirsan pêk bê ji bilî pirsên zimanê Ingilîzî, Çand û Exlaq wê tenê 10 pirs bin.

Dikarin 2 hezar xwendekar bi cî bikin

Têkildarî hurgilî û ziraviyên mufadeleyê, Cîgera Hevserokatiya Zanîngeha Rojava û endama komîteya amadekar a mufadeleya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şînda Dawûd, li ser pirsa ezmûna giştî ya qebûlkirina xwendekaran ji bo zanîngehan diyar kir ku wê pirs bêhtir ji qonaxa amdehî ya materyalên Rêveberiya Xweser bin û wekî ku mufadele navendî ye, dê pirs jî li ser asta zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekhev be.

Şînda eşkere kir ku wê li Zanîngeha (Rojava, Kobanê, El-Şerq) zimanê xwendekarên ku zimanê Kurdî û Erebî dixwînin tê qebûlkirin û di her zanîngehekê de ji bo hin fakulte û peymangehan pola kurdî û erebî hebe.

Şînda Dawûd got, zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di mufadeleyê (tercîh) de tenê 10 daxwazan qebûl dike û wiha got: “Li ser asta her sê zanîngehan em dikarin derdora 2 hezar xwendekarî pêşwazî bikin.”

 ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.