Zanîna Baskî li Navarrayê zêde dibe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 22 Gulan 2024 - 18:55

  • Zanîna zimanê baskî (euskara) ya li herêma Navarrayê her ku diçe zêde dibe. Agahîyên derbarê mijarê de ji alîyê sazîya îstatîstîkê ya herêmî Nasdatê ve hatin ragihandin.

Rojnameya Berriayê ku baskî weşanê dike, li ser mijarê nûçeyeke dirêj weşand. Daneyên Nasdatê nîşan didin, ji % 26.7ê niştecîhên li herêmê kêm an zêde bi zimanê baskî dizanin. % 15yê vê rêjeyê axêverên baskî ne ku hem ziman fam dikin hem jî dikarin biaxivin. Ji % 11yê heman komê jî dikarin baskî fam dikin lê nikarin biaxivin.
Ji daneyên dawî dîyar dibe, zanîna zimanê baskî li Navarrayê pir hêdî pêş dikeve.

Zanîn û axaftin
Gerînendeyê sazîya ziman Euskarabidea Jabi Arakame îstatîskên dawî bi van gotinan rewşê şirove kir:
“Em dibînin ku axêverên baskî zêde bûne. Lê em li vir qala zanîna ziman dikin ku problem ne ev tenê ye. Di navbera zanîn û bikaranînê de mesafeyeka mezin heye û divê em di van her du qadan de jî serfiraz bin.“
Alîyekî din ê balkêş ên daneyên ziman li ser zanîna ziman û herêmên ziman in. Îstatîstîk bi eşkereyî nîşan didin, baskî bi rêjeya ji % 74’an zimanê niştecîyên şaredarîyan e ku li herêma baskî xwedî statû ye cî digirin.
Li her du herêmên din ên ku baskî xwedî statuyeke bisînorkirî û ne xwedî ti statu ye, zanîna ziman ji %13.8 û ji % 2.8 e.

Herêmên ziman ên Navarrayê
Li Navarrayê sê herêmên ziman hene: Herêma baskîaxêv, herêma baskî-îspanyolîaxêv û herêma îspanyolîaxêv.
Parlamentoya Navarrayê di 1986an de qanûneke ziman sê herêman damezrandin: Herêma baskîaxêv, herêma baskî-îspanyolîaxêv û herêma îspanyolîaxêv. Mafên ziman ên welatiyan li gorî ew li kîjan herêmên bi cî bûn e tê naskirin. Mafên perwerdeya bi baskî li herêma baskîaxêv heye lê li herêma îspanyolîaxêv tune ye.
Hemû xizmetên gelemperî li herêma îspanyolîaxêv bi zimanê îspanyolî tên dayîn. Li alîyekî din, ji ber ku baskî ne xwedî statuya fermî ye, hemû mafên heyî yên li herêma baskî û baskî-îspanyolî jî bi hêsanî nikarin bên bikaranîn. ÎNFOWELAT

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.