‘Zagona Malbatê’ didin nasîn
Duşem 14 Tîrmeh 2025 - 16:30
- Mala Jin li gundewaran Zagona Malbatê bi jinan dide nasîn. Rêvebera Mala Jin Sediya Îdo da zanîn ku wan kampanyaya danesîna zagona malbatê daye destpêkirin û weke pêwistiyeke pêvajoyê bi nav kir.
Guhertinên ku li Sûriyeyê çêdibin bandora xwe li ser doza jinan jî dikin. Herêm ji hev bi bandor dibe, ji lewre Mala Jin li bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê li gorî pêwitiyê, Zagona Malbatê li gundewarên wê ji jin û mêran re dide nasîn.
Rêvebera Mala Jin Sediya Îdo behsa girîngiya xwendina zagonê kir.
Sediya Îdo got ku bi ketina rejîma Baasê û hatine hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re rewşa jinan bi giştî li welat xirabtir bûye, azadiya wan hatiye sînordarkirin û wiha girîngiya danesîna zagona malbatê anî ziman: “Jin ji jiyanê tên qutkirin û ji jiyana pratîk tên dûrxistin. Şert û mercên jinan di Sûriyeyê de êdî zehmet dibin lê belê em hewl didin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêtir jinan birêxistin bikin. Ji lewre me girîngî dît ku em li bajar û gundewarên Zirganê kampanyaya danesîna Zagona Malbatê bidin destpêkirin. Zagoneke ku mafên jin û mêran bi hev re diparêze, di warê civakî de wan tîne cem hev û hevgirtina malbatê bihêztir dike ye.”
‘Cihê keçan ne mala mêran e zanîngeh e’
Sediya Îdo bal kişand ser jiyana hevjîniyê û got ku divê li gorî heqîqeta hevjiyana azad were hûnandin û wiha pêl da gotinên xwe: “Li herêma me hê jî hişmendiya baviksalarî serwer e, hê jî di civakê de jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Pêşketina jinan û zanîna di warê jiyana hevjîniyê de şertek e bêyî wê nabe, zanebûn nebe, jiyan bi awayekî dirust nameşe. Ji lewre li herêmê hê jî malbat zarokên xwe yên keç û law jî biçûk didin zewicandin, li kêleka wê diyardeya pirzewaciyê jî kêm nebûye. Em li dijî zewaca di temenê biçûk de têdikoşin. Cihê zarokên keç dibistan û zanîngeh e ne zewaca di zarokatiyê de ye. Ya girîng ew e e ku keç pêşeroja xwe bi zanebûn bihûnin, ne ku bikevin bin zext û tundiya mêr. Zarokek 15 salî ji ku dikare jiyana hevjîniyê bijî û rast bi rêve bibe.”
‘Ol û îslam têgihîştina exlaq azadî û çandê ye’
Sediya Îdo got ku qeydên li ser jinan tên ferzkirin azadiya wan dorpêç dikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Em li dijî fikra ku divê jin giştî cilên reş li xwe bikin in. Çima wan cilên reş ên dişibin kîsên çopê li jinan dikin? Bi wê yekê hewl didin serweriya xwe li ser beden û ruhê wan ferz bikin. Ev rewş li Sûriyeyê çêdibe. Jin hene vê yekê qebûl nakin divê ji bo gotina ‘Na’ ya ku dibêjin heta dawî têbikoşin. Pêwist e jin lixwekirina cilên reş ên azadiya wan sînordar dike nepejirînin. Ji ber ku bi wê yekê tekez ji xwendinê jî tên mehrûmkirin û di malê de weke kole dimînin. Ji lewre em li herêmên xwe vê rastiyê bi jinan re parve dikin, dibêjin ku ol tenê ne hîcab e, mirova/ê oldar ne tenê bi hîcaba xwe ye, oldariya rast di exlaq, çand û azadiyê de ye. Ji lewre divê ku di serî de bav bizanibin ol ne tenê di hîcabê de ye, divê ku qeydên li ser keçên xwe rakin.”
Zagonên me zewaca bi vî awayî qebûl nakin!
Sediya Îdo got ku diyardeyeke xeternak derketiye holê û ev yek spart hişmendiya rêveberiya demkî ya cîhadîst li Sûriyeyê û wiha behsa diyardeyê kir: “Ji bo ku bav keça xwe di temenekî biçûk de dide zewicandin, li gorî zagona malbatê cezayên pêwist negire, keça xwe û hevjînê wê ber bi herêmên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve direvînin. Zagonên me vê zewacê red dikin, sûcdar ceza dikin û zewac tê betalkirin. Lê belê hevjîn û bav keça xwe direvînin herêmên di bin serweriya hikûmeta demkî de, ev reva ji hesabdayîna ji zagonan re ye. Her wiha herêmên wir ji veşartina sûcên xwe re stargehek dibînin, ji ber ku li wir mêr nayên cezakirin û tiştekî bi navê maf û azadiya jinan tune ye lê li vir ez vê pirsê dikim: Hikûmeta demkî ya cîhadîst ku jinan direvîne û destdirêjî wan dike çawa dikare van jinan biparêze û bav gelo çiqas ewlehiya keça xwe xistiye bin temînatê.”
Xwendina Zagona Malbatê berpirsyariyek e
Sediya Îdo got ku armanca Zagona Malbatê parastina mafên mêr û avakirina malbateke demokratîk e û wiha berdewam kir: “Armanca me bi zagona malbatê ew e ku tevahî endamên malbatê werin perwerdekirin, mêr jin û zarokên keç ên nûgihayî heta pîrên temenê wan mezin. Mafê giştiyan parastî ye. Em ê mal bi mal, jin bi jin, mêr bi mêr ji her kesê/î re zagona malbatê bixwînin da ku her kes erk û berpirsiyariyên dikeve ser milên wan bizanibin. Ya herî girîng bi fêmkirina vî zagonî ew e ku pêşî li diyardeya zewaca di temenê zarokatiyê de were girtin.”
Mêr jî beşdarî semîneran dibin
Sediya Îdo guhertina ku di sîstema dayîna semîneran de çêkirine wiha bilêv kir: “Gava em jinan kom dikin û semîneran didin, di serê mêran de pirs çêdibin, ji xwe dipirsin ka çi tê gotin. Ji lewre êdî di dema dawiyê de pirsên mêran jî di nava komînê de bi pêş ketin. Mirov êdî guhertina ku rû dide hîs dike û dibîne, lêgerîneke ber bi heqîqet û rastiya ku ji aliyê civakê ve tê nuxumandin çêdibe. Niha em hewl didin jin û mêran bi hev re tevlî semîneran bikin, her du alî pêşberî hev nêrînên xwe parve bikin da ku encamên tên xwestin werin girtin.” SORGUL ŞÊXO / JÎNHA / ZIRGAN