Yekitiya Jinên Elewî ya Demokratîk (YJAD) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku pîvanên jiyîn û jiyandinê ji esasên felsefeya Elewî ne. Jin, Jiyan, Azadî jî sedema têkoşînê ye û ev herdu pîvanên bingehîn rêya rast nîşan dide.
Bi berdewamî hate gotin, ‘’Em, meha Xizira ku roja herî hêja ya baweriya me ye bi coş û kelecan li pey xwe dihêlin û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi coş û kelecanê pêşwazî dikin. Bi sedan sal in di rûpelên dîrokê de talankarî li jinan were ferzkirin jî berxwedana li dijî mejiyê serweriya mêr a bi 8'ê Adarê bi wate bû, navê berxwedan û têkoşîna bi hezaran salan e."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li dijî tecrîd, zayendîperestî, olperestî û neteweperestiyê, ew ê heta pêkanîna jiyana azad, wekhev û demokratîk dest ji têkoşînê bernedin û wiha hate gotin: "Jin, Jiyan, Azadî cewhera me ye. Biryardariya me ya ji bo têkoşîna jinan e."
NAVENDA NÛÇEYAN