Yekser çeteyan ji Lîbyayê derxin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 25 Çile 2021 - 15:59

  • Komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê bang li rêveberiyên siyasî û welatên piştgir ên Kongreya Berlînê kir da ku çete û hêzên biyanî "yekser" ji xaka Lîbyayê derxin.

Komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê (ji her aliyî 5 delege yanî 5+5) dirêjkirina dema ji bo vekişîna çeteyan û hêzên biyanî ji xaka Lîbyayê, derewand û bang li rêveberiyên siyasî û welatên piştgir ên Kongreya Berlînê kir da ku çete û hêzên biyanî "yekser" ji xaka Lîbyayê derxin. Komîteyê her wiha xwest ev hêz biryara ambargoya çekan a Desteya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî pêk bînin.

TRABLUS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.