Artêşa Tirk li Garê polîs, leşker û endamên MÎT'ê yên dîlgirtî bi bombardûmanê qetil kir. Vê yekê jî gotina Serokê demekê yê meclîsa Tirkiyê Mehmet Alî Şahîn anî bîra mirovan. Mehmet Alî Şahîn ji bo êsîran gotibû, "Xwezî miribûna".
Artêşa Tirk a dagirker li dijî Garê ket nava tevgerê û serokê giştî yê AKPʼê Tayyip Erdogan got, "Çarşemê wê mizgîniyekê bide”. Piştre jî artêşa Tirk 10'ê Sibatê li qada Garê ya Başûrê Kurdistanê bombardûmeneke mezin kir. Şikefta êsîrên şer lê bûn ku di nava van êsîran de leşkerên payebilind, polîs û personelên MÎT'ê hebûn, kir armanca xwe. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 11'ê Sibatê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk bi balafir û helîkopterên şer êriş dibe ser kampa ku êsîrên şer lê ne. Wezîrê Şer ê dewleta Tirk Hulûsî Akar 14'ê Sibatê derkete pêşberî kamerayan û bêyî ku nav û payeyên leşker, polîs û personelên MÎT'ê yên dîlgirtî bilêv bike, got, "Cenazeyên 13 welatiyên me yên sivîl hatin dîtin." Lê Akar negot, ka ev kesên sivîl kengî êsîr bûne û çi karê wan li wir heye. Ji ber vê binketinê jî dewleta Tirk dereweke nû dît û mizgîniya wan jî ew bû, wê êdî biçûna heyvê.
Li cem PKKʼê êsîran zirar nedît
Personelên MÎT'ê, polîs û leşkerên payebilind ên sala 2015'an û hin ji wan jî piştre hatin dîlgirtin, heta niha di destê HPG'ê de bûn, lê ti ji wan zerar nedîtibûn.
Salên derbasbûyî jî gelek leşker û polîs ji aliyê gerîlayên PKK'ê ve dîl hatin girtin, lê belê bi navbeynkariya Meclîsa Tirkiyê, saziyên mafê mirovan ên navneteweyî û saziyên civakî hatibûn berdan.
Li gorî daneyên Şaxê Amedê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di navbera salên 1990 û 2012'an de di 110 çalakiyên cuda de 67 polîs, 32 cerdevan, 145 karmendên dewletê, 15 siyasetmedar, 38 tûrîst, 2 rojnamevan û 36 sivîl bi giştî 335 kes hatin girtin. Lê belê temamiya van mirovan bi navbeynkariya Meclîsê, saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û saziyên civakî yên sivîl hatin berdan.
Nêzîkatiya PKK'ê ya li leşker, polîs û wezîfedarên dewletê yên dîlgirtî bi vî rengî bû. Lê belê nêzîkatiya dewleta Tirk timî cuda bû. Di 22'ê Cotmeha 2007'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê 8 leşkerên di çalakiya Oremarê de dîl hatin girtin di 4'ê Mijdarê de radestî heyetek ji siyasetmedar û saziyên civakî yên sivîl hatin kirin.
Leşkerên ku hatin berdan ketin ber lêpirsînê. Serokê wê demê yê Meclîsa Tirkiyê Mehmet Alî Şahîn ji bo leşkeran gotibû, "Xwezî miribûna lê dîl neketibûna dest."
NAVENDA NÛÇEYAN