Eskerê berê yê Artêşa Tirk Yannîs Vasîlîs Yaylali, diyar kir ku operasyona li Garê ji bo kuştina leşker, polîs û personelên MÎT'ê yên dîlgirtî hatiye kirin û got: “Tîma ku li Roboskî komkujî kir, li Garê jî êsîr li pêş çavên her kesî qetil kir."
Eskerê berê Yannîs Vasîlîs Yaylali di sala 1994'an de li bejahiya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji aliyê gerîlayên PKK'ê ve dîl hatibû girtin û piştî ku hatibû berdan û vegeriyabû Tirkiyeyê bi sûcdariya "propaganda rêxistinê" hatibû girtin ji ANFʼê re peyivî.
Yaylali, têkildarî êrişa li dijî leşker, polîs û personelên MÎT'ê yên li Garê diyar kir ku tîma ku li Roboskî komkujî kiriye ev tîma li Garê bûye û got: “Çawa ku li Roboskî komkujî amade kir û pêk anî, leşkerên dîlgirtî jî li pêş çavan qetil kirin."
Yaylali got, eger ev komkujî bê ronîkirin wê hingî yên ku van komkujiyan plan dikin û pêk tînin li dadgehên ceza yên navneteweyî bên darizandin. Yaylali bang li malbatên leşkerên di destê HPG’ê de kir ku tu carî ji dewletê bawer nekin û ji bo zarokên xwe dest bi têkoşîna edaletê bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN