Li paytexta Awusturyayê Viyanayê, çalakiyên Havîna Çandê li mekanên ser vekirî yên li derve dewam dike. Yek ji wan jî wê xwendin û şanoyeke bi vê xwendinê re tevlîhev a berhema trajîkomîk a Îbrahîm Amîr a bi navê Rojava be. Ev lîstika par serketî hat nîşandan, ji ber şewba Covid-19´ê îsal nekarî weke adetê bê nîşandan. Ev berhem wê yekşema bê saet 17.30´î li Muthsamgasse weke xwendina metnê û qismî şano bê nîşandan.
Sonja Romei, Oktay Guneş, Boris Popovic, Adrian Stowasser û Îbrahîm Amîr di vê performansê de cihê xwe digirin. Ev lîstika şanoyê ya ya Îbrahîm Amîr nivîsî, behsa Rojava dike: ka li wir çi diqewime? Înternasyonalîz, ev çawa dibe? Ji bo vê qehremanê lîstikê îdealîstekî Viyanayî ye yê ku berê xwe dide Rojava da ku şerê DAIŞ´ê bike. Hem wê xwendineke tevî şanogeriyeke sînordarkirî hebe, hem jî Îbrahîm Amîr wê li ser dikê ji bo sohbetekê hazir be. Ew ê her wiha behsa wan serhatiyên bi rastî bike, yên ku ji bo şanoniovîsa wî bûne îlham.

VIYANA