• Hisên Elî Hisên 23 cureyên firindeyan li mala xwe xwedî dike.

Kesek li nêzî çemê Firatê li başûr rojavayê kantona Kobanê 23 cureyên firindeyan li mala xwe xwedî dike. Kesê bi navê Hisên Elî Hisên, gelek cureyên çûkan û ajalên kedî, xwedî dike.

Hisên bi birayê xwe re bi roj di werşeya sererastkirina erebeyan de kar de dike û piştre bi ajalên xwe re eleqedar dibe.

Hisên Elî 3 hêştirme, 3 cure tawûsan, 5 cureyên mirîşkan di nav de yên kovî û kedî mîna (feronî û rûmî), kevok, gelek cureyên kevok û çûkên din û kêvroşkan xwedî dike. 

Li herêma Firatê mezreya Hisên Elî Hisên a yekemîn e û mînaka wê tune ye. 

ANHA/KOBANÊ