Xwe li pişt perdeya reş a DAIŞ’ê veneşêrin

Nûçeyên Forum

Pêncşem 14 Tîrmeh 2022 - 21:50

  • Salvegera fermana Şengalê ya 3´yê Tebaxa 2014’an nêzîk dibe û civaka Êzîdî careke din di rojeva cîhanê de ne.

MERWAN ZERDEŞT

Salvegera fermana Şengalê ya 3´yê Tebaxa 2014’an nêzîk dibe û civaka Êzîdî careke din di rojeva cîhanê de ne. Li pey Belçîka û Holandayê, niha jî Parlamena Elmanyayê mijara jenosîda Êzîdiyan kiriye rojev û xuya ye wê ev biryar li parlamenê were erêkirin. Civaka Êzîdî vê pêvajoyê bi baldarî dişopîne û beguman ji bo teşhîrkirina sûcên qirkirinê, qebûlkirina jenosîdê, ne biryareke sivik e. Lê êdî civaka Êzîdî ne tenê li pey rojevkirina jenosîdê ye, ji ber ku ev tenê têrî nake. 

Biryara jenosîdê têr nake ku rê li ber fermanên nû were girtin, dewleta Tirk û PDK’ê bi hevkarî êrişên qirkirinê li dijî Şengalê dewam dikin.

Biryara jenosîdê têr nake, ji ber ku pîlaneke berfireh a ‘’fermana spî’’ li ser Êzîdiyan tê meşandin. Di serî de Elmanya, ji Kanadayê heya Awustralyayê koça Êzîdiyan dewam dike. Di 2014’an de bi hovitiya DAIŞ’ê  xwestin Şengalê ji Êzîdiyan xalî bikin, niha bi destê ‘’saziyên civakî’’, bi vîzeyên taybet yan jî bi qeçaxî ev polîtîka dewam dike. Çi guherî ye? Kirasê hovitiyê bi kirasê rengîn ê Ewrûpayê re guheriye û hew…

Biryara jenosîdê tê wê wateyê ku li Şengalê sûcên mirovahiyê hatine kirin. Nexwe, cihê pirsê ye, ev sûcên hatine kirin çi ne, bi dest û piştevaniya kê hatine kirin? Kes nikare bibêje, DAIŞ û xwe ji vê jenosîdê pak bike. Rast e, lê DAIŞ bersiva herî erzan e û xapînok e. Heta niha bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê li Iraq, Sûriyê, Tirkiyeyê girtî ne, bi hezaran ji wan jî teslîmî welatên Ewrûpî hatine kirin. Baş e, heta niha çend doz li ser sûcên wan hatine vekirin? Kîjanî ji wan, li ku derê, çi sûc kiriye, ferman ji kî girti ne. Hiqûq jî exlaq jî van pirsan ji mirovahiyê hemûyî dikin, lê bersiv nîne. Hema dibêjin, Êzîdî, DAIŞ û komkujî û mesele temam dibe.

Xuya ye ev ne hesabxwestin e, ev ne edalet e. Herkes xwe li pişt perdeya reş a DAIŞ’ê vedişêre. Ev komkujî li Şengalê, li ser axa Iraqê çêbû lê heta niha Iraqê ne jenosîd nas kiriye, ne doz yan jî lêpirsînek vekiriye ne jî ji berpirsên îdarî, siyasî û leşkerî yên dema fermanê hesab xwestiye. Dewleta Tirk, hêza esasî ya vê fermanê ye, lê ji bilî çend raporên navneteweyî ji bo sûcên dewleta Tirk kes dengê xwe nake.

Dosyaya DAIŞ-Dewleta Tirk, wekî amûreke siyasî di destê Emerîka, Rûsya, Elmanya û gelek dewletên din de ye. Ev dosya wê li gorî siyaset û tîcaretê were bikaranîn.

Fermana 2014’an rastiyek îspat kir, heger civaka Êzîdî ne xwedî hêza parastin û xwerêvebirinê be, ew ê nikaribe rê li ber fermanên nû jî bigire. Civaka Êzîdî ji ber vê rastiyê berê xwe da avakirina Rêveberiya Xweser. Ew welatên ku jenosîdê nas dikin, gelo çima bersiva statuya Şengalê nadin? Rast e, dewleta Tirk, PDK û hikûmeta Iraqê naxwazin Êzîdî bibin xwedî îrade, lê xuya ye pergala navneteweyî jî vê îradê nas nakin. Di nav van 8 salên dawî de nexweşxane û meclîsên gel jî di nav de bi dehan sazî, dezgeh û pêşengên vê pergalê, rastî êrişan hatin, çima heta niha kes li ber vê siyasetê ranabe?

Civaka Êzîdî di salvegera fermanê de gelek pirsan ji cîhanê dike û bersiva wan dixwaze. 8 sal in civaka Êzîdî li ber gorên komî bi şev û roj nobetê digire, ji bo ku rovî, çeqel û kûçik van goran nekolin û hestûyên şehîdên fermanê ji xwe re nebin. Rastiya Şengalê û civaka Êzîdî ev e!

Ew kes û aliyên behsa jenosîdê dikin, lazim e bi giraniya vê peyvê nêzî civaka Êzîdî bibin. Ji bo rê li ber dek û dolaban bigirin, civaka Êzîdî daxwaza xwe safî û zelal kiriye: Jenosîdê qebûl bike, statuya Şengalê nas bike! Bersiva vê daxwazê wê cihê herkesî diyar bike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.