Mahabad Olmez a ku ji zarokatiya xwe ve bi muzîkê re elaqedar bûye, bang li ciwanên kurd dike: "Divê ciwan xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û bi zimanê dayika xwe stranên xwe bêjin."
Mahabad 23 salî ye, ew ji Cizîrê ye. Ew 12 salî ye gava malbata wê bar dike Entabê. Ji ber kurdbûnê ew li Entabê gelekî tê acizkirin. Malbat niha dîsa vegeriyaye Cizîrê. Mahabad jî elaqeya xwe ya ji bo muzîkê dewam dike.
Li malê xwişka wê li tembûrê dixist, vê jî kiriye ku ew jî bixwaze li tembûrê bixe. Ew hingê 9 salî ye. Gîtara birayê wê yê diçe zanîngehê jî, dayika wê ji ber vedişêre: "Dema kes li malê nebû, min gîtar derdixis û pê re mijûl dibûm. Ez bi xwe hînî gîtarê bûm. Piştî ku birayê min ji zanîngehê hat, min çend stran jê re lêxistin. Birayê min matmayî ma. Piştre qeyda min li Navenda Çand û Huner a Mem û Zînê çêkirin. Piştî mehekê ji ber pirsgirêka malbatê me berê xwe da Entabê." 
Li Entabê jî ew diçe navenda çand û huner: "Birayê min digot li vir zarok hemû Kurd in û piştre min berê xwe da navendê. Min di 15 saliya xwe de koma xwe ava kir û em bi hev re derketin ser dikê. Dema 17 salî bûm malbata min careke din berê xwe da Cizîrê." 
Mahabad li Cizîrê dev ji muzîkê bernade, Navenda Çand û Huner hatibe girtin jî ew niha hem li erbanê û hem jî li gîtarê dixe. Mahabad, wiha dawî dibêje: "Divê em xwedî li çand û hunerê xwe derkevin. Bi taybetî jî ciwan. Bi zimanê dayika xwe stranan bêjin.”

JINNEWS/ŞIRNEX