- Talîbanê bajarê Xeznî ji destê hêzên hikûmetê derxist.
Bajarê Xeznî paytexta wilayeta bi heman navî ye û 150 kîlometreyî dûrî paytexta Efxanistanê Kabîlê ye. Talîbanê bajêr ji destê hêzên hikûmetê derxist.
Rayedarên cihî piştrast kirin Xeznî ketiye destê Talîbanê. Hate ragihandin ku bajar sibeha Pêncşemê ji aliyê Talîbanê ve hatiye kontrolkirin. Ji ber nêzîkiya bajêr a li paytextê, weke cihekî girîng tê dîtin.
Ji Gulanê ve yanî ji destpêkirina vekişîna hêzên DYE'yê û vir ve Talîbanê ji her alî ve êrişan dike. Hêzên hikûmetê nikarin pêşî li Talîbanê bigirin. Hin bajar bêyî ku şer biqewime teslîm bûn. Li Qundûzê bi sedan leşker teslîmî Talîbanê bûn.
Ji 6'ê Tebaxê û vir ve 10 paytextên wîlayetan ketine destê Talîbanê. Pirraniya bajar û navçeyên li deverên bejahî di destê Talîbanê de ne.
KABÎL