Xenîmet û kibra nêçîrvaniyê şermezar dike

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 14 Kanûn 2022 - 03:46

Peykersazê Fransî Quentin Garel bi peykerên xwe yên mezin, balê dibe ser kibra nêçîrvaniyê. Nêçîrvaniya ku weke werzîşekê tê kirin û heywan bê tên mirirî kirin. Garel pratîka vê werzîşê bi karên xwe rexne dike. Peykerên wî ji dar û bronzê ne. Weke ku eyarên van heywanên nêçîrê hatibin dagirtin tên xuyanê. Ew bi vî awayî nêçîrvaniyê teşhîr dike.

Di nav peykerên wî de fîl û zirave jî hene. Her wiha hin heywanên din jî. Wî hin peykerên xwe jî weke hestû û serê heywanan çêkirine da ku vê meseleyê baştir rave bike. Garel di malpera xwe de xwe bi vî awayî dide naskirin, “Garel, fîgûrên heywanan bi awayekî morfolojik ji nû ve şirove dike. Ew arkeologekî vî zemanî ye. Her tiştî beriya 20 salan dest pê kir, dema min xwest bi awayekî îronîk nêzî xenîmetên nêçîrê bibim; min xwest ez kibra insanan ya ku xwe pê mezin nîşan didin, û li ser hewyanan zordariyê dikin, şermezar bikim.” 

Dema meriv bala xwe dide peykerên Garel, meriv bi wan re rû bi rû dimîne. Garel bi zanebûn peykerên xwe bi vî awayî bi cih kirine. Wî bi vê yekê kiriye ku meriv li ser “serketinên nêçîrvaniyê” biramin. Peykerên wî weke heywanên zindî xuya dikin, ji ber ku wî ev peyker pirr xweşik hazir kirine. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.