Xelatên nîgarkêşiya portreyan ên Archibald ji bo sala 2020’an eşkere bûn. Vincent Namatjira bi xêzkirina portreya Adam Goodes bû yekemîn. Lê di xelatên îsal de ya bal bire ser xwe xelata tercîha xelkê bû: Angus McDonald ev xelat wergirt ji ber ku wî wêneyê Behrouz Boochani (Behrûz Boçanî) xêz kir.
Portre bi gotinên eşkerekirina xelatê nivîskar û penaberê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê “xurt, bixwebawer û aştiyane” kariye nîşan bide. McDonald hîna Boçanî li Manusê heps bû, sala 2018’an peywendî pê re danî. Ev xelata herî navdar a xêzkirina portreyan e li Awustralyayê.
Ew dibêje wî, Behrûz Boçanî weke saxfilitiyê zilmê yê bixwebawer û aştiyane xêz kiriye. Boçanî jî li ser serketina McDonald got, portre li cem xelkê weke semboleke “hêvî û berxwedanê” deng vedaye û ji ber wê hatiye hilbijartin.
SYDNEY