Xelkê alternatîf nedît

Sêşem 12 Cotmeh 2021 - 01:11

  • Di encama hilbijartinên parlamena Başûrê Kurdistanê de tevahiya partiyên Kurdistanî ji bilî Yekgirtûy Îslamî, dengê xwe kêm kirin, lê PDK´ê û Nifşê Nû kursiyên xwe zêde kirin. Xelkê Kurdistanê bi boykotê nîşan da ku ew ti alternatîfa cidî nabîne.

REWŞAN DENIZ / HEWLÊR

Li Iraqê hilbijartinên giştî yên beriya wexta xwe yekşema bihurî bi rê ve çû. Li gorî ku Komîsyona Bilind a Iraqê ji sedî 41’ê hilbijêrên Iraqê çûne ser sindoqan û dengê xwe ji bo Hilbijartina Parlamenê dane. Ev jî dike 9 milyon û 77 hezar û 779 deng. Li sê parêzgehên ser bi hukûmeta Hewlêrê bi xwe kêmtir ji milyonek dengan hatin bikaranîn. 

Heta ku nûçeya me dihat amadekirin hîna encamên fermî yên hilbijartinê nehatibûn eşkerekirin.  

Li gorî encamên destpêkê PDK’ê 32 kursiyên Parlemana Îraqê misoger kirine. Partiyên din YNK, Nîfşê Nû, Yekgirtûy Îslamî û Komela Dadgerî bi hemûyan tenê 27 kursî bi dest anîne 59.

Li gorî encamên ku Komîsyona Bilind doh eşkere kirin, ku parêzgehan kursiyên partiyan bi destxistine wiha ne:

Dihok: 
PDK: 8 
Yekgirtû: 2
YNK: 1

Hewlêr
PDK: 11
Nifşê Nû: 3
YNK: 1

Silêmanî
YNK: 6
Nifşê Nû: 5
PDK: 3
Yekgirtûy Îslamî: 2
Komeley Îslamî: 1

Nînova (Tenê bereya Kurdan):
PDK: 9
YNK: 1

Kerkûk (Tenê bereya Kurdan):
YNK: 3
PDK: 2
Nifşê Nû: 1

Diyala
YNK: 1
PDK: 1 (ne diyar e)

Liberrabûna statukoya heyî?

Li sê parêzgehên hikûmeta Hewlêrê bi xwe ji sedî 70´yê xelkê dengê xwe neda. Ji 3 milyon û 480 hezar hilbijêran qederê 900 hezarî deng dan. Bi vî rengî jî mirov li aliyekî dikare bibêje, xelkê Kurdistanê dabeşkirina desthilat, post û berjewendiyên aborî ya di navbera partiyên siyasî de êdî ji meslehetên xwe hesab nake.

Yanî di dawiyê de hikûmeteke ku tê de PDK, YNK, Tevgera Gorran, Yekgirtûy Îslamî, Komela Dadgerî û heta belkî Nifşê Nû tê de wê desthilat û berjewendiyên aborî parve bikin, ne ji karê xwe hesab dike. 

Di hilbijartinê de PDK, YNK, Nifşê Nû û Tevgerra Gorran deng li xwe kêm kirin û tenê Yekgirtûy Îslamî qederê 6 hezaran dengê xwe zêdekirin. YNK bêhtirî 200 hezar û PDK´ê bêhtirî 300 hezar dengan li xwe kêm kir li gorî hilbijartinên 2018’an. 

Çima alternatîf nînin?

Li aliyê din jî mirov dikare bibêje, xelk Tevgera Azadiyê jî weke tevgereke muxalefetê ya cidî nabîne. Li aliyekî wê nekiriye ku kesek biçe ser sindoqan, li aliyê din kesên çûna ser sindoqan dengê xwe nedane namzetên wê.

Mirov weke encameke din jî dikare bibêje, tevî ku li ser dengên li wargehên penaberan ên li Dihokê kontrola PDK´ê heye jî, li ser dengên li Şengalê hatin bi kar anîn ev kontrola yekser nebû. Lê namzetê PADÊ yê ji kotayê jî nekarî xelkê Şengalê razî bike ku bi pirranî dengê xwe ji bo wî bi kar bînin.   

Bi her awayî hem Tevgera Azadî û hem jî tevgera Xweseriya Şengalê divê karibin li ser wê yekê bihizirin ku bibin alternatîf ji statukoya xelk jê nerazî. Belkî xelk ji Rêveberiya Xweser razî ye û serê xwe ji siyaseta li Bexdayê biêşîne. Lê ma ji bo siberoja Şengalê û xweseriya wê rewabûneke ne şert e? Li gorî cidiyeta vê li Şengalê û Başûrê Kurdistanê divê muxalefeta milet li bendê ye karibe bê birêxistinkirin, da ku statuya heyî tevî berjewendiyên xelkê karibe bê parastin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.