- Xelatên Pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat hatin dayîn.
Xelatên 5’emîn Pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat hatin dayîn.
Li Salona Konferansê a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo 5´emîn pêşbirka Wêne, Çîrok û Helbestan merasîmeke xelatdayînê ji aliyê YXA’ê hate lidarxistin.
Bavê Şehîd Denîz, Firat Naîf Yildistan xêrhatina tevahiya pêşbirkvanan û kesên amade kir. Piştî axaftinan, nîşandanan sînevîzyona li ser jiyana Şehîd Denîz Firat, xelat hatin belavkirin.
Xelatgirên îsal ev in;
Beşa Kurmancî-Çîrok
1’emîn Hasîp Yanliç- Gelo Ez Mirî me
2’emîn Mistê Dilzîz- Evîna Pilatonîk
3’emîn Îrfan Yildiz-Şîfre
Beşa Kurmancî-Helbest
1’emîn Welat Xerîb- Hebûna Min.
2’emîn Diljîn Stêr-Pênûsa Min.
3’emîn Nesrîn Farqîn- Pepûle.
Beşa Kirmanckî-Çîrok
1’emîn Şeyda Asmîn-Pîvoke.
Beşa Kirmanckî-Helbest
1’emîn Omer Farûq Ersoz-Ciniyê Kurdan.
Beşa Soranî-Helbest
1’emîn û 2’emîn heman kes e, ango Dildarê Xak, ji Hewlêrê beşdar bûye û navê berhema yekem Îtir Bese Gelî Başûr û yê berhema dûyemîn jî Qewmî Heftan
3’emîn Keder Tayboxa-Rolekanim.
Beşa Wêne
1’emîn Nûrhat Hesen ji Efrîn beşdarbûye.
2’yemîn Welat Kilîm ji Mexmûr û ji Silêmaniyê Şalaw Hesen
3’yemîn Emîn Karahan ji Izmîr beşdar bûye.
Beşa Erebî-Çîrok
1’emîn Serhat Qamişlo-Denîz Firat.
Beşa Erebî-Helbest
1’emîn Laleş Ebdûrehman-Qulub meelîbe
Beşa Tirkî-Helbest
1’emîn Welat Azad Emîrhanolglû- Bir İhtimalse Yaşamak.
NAVENDA NÛÇEYAN