- Xelatgirê îsal ê Xelata Nobelê ya Wêjeyê nivîskarê ji Tanzanyayê Abdulrazak Gurnah e.
Xelatgirê îsal ê Xelata Nobelê ya Wêjeyê nivîskarê ji Tanzanyayê Abdulrazak Gurnah e. Juriya Nobelê sedama dayîna wê xelatê bo Gurnah wiha rave kir: ’’Seba lihevnekirina wî ya bi tesîra kolonyalîzmê û her wiha hemhalbûna wî ya bi çarenûsa penaberan re ku di nav kultur û parzemînan de mane.’’
Abdulrazak Gurnah sala 1948’ê li Zanzîbarê hatiye dinê û sala 1968’ê bûye penaber li Ingilistanê. Gurnah heta niha gelek roman û kurteçîrok nivîsandine. Romana wî ya herî naskirî ‘Bihûşt’ sala 1994’ê derçûye. Wî berhemên xwe bi zimanê Ingilîzî nivîsandine.
NAVENDA NÛÇEYAN