Xelatên Apê Mûsa hatin belavkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 19 Îlon 2024 - 15:30

  • Xwediyên 31'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. 

Pêşbazî di warê "Nûçeya Tirkî", "Nûçeya Bidîmen", "Nûçeya Kurdî", "Wêne", "Karîkatur" û "Nûçevaniya Jinê" de hat lidarxistin. Xelat wê di 22'yê Îlonê de li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaş a Şîşliyê bên dayin.  
Di warê "Nûçeya Tirkî" de 33 kesan serlêdan kir. Ji 33 serlêdanan 26 jê bi "Nûçeya Tirkî" û 7 jê jî bi "Nûçeya bidîmen" serlêdan kirin. Di encama nirxandina juriyan de ku ji Banû Guven, Farûk Bîldîrîcî, Candan Yildiz, Alî Dûran Topûz, Nezahat Dogan û Mehmet Alî Çelebî pêk dihat, ji T24'ê Cengîz Anil Bolukbaş bi nûçeya "Îlîç'te göçüğe giden yol: Siyanur sizdirdi, ruhsati iptal edilmedi, vergi borcu silindi, karlarini katladı" hêjayî xelatê hat dîtin. 
Juriyê di warê "Nûçeya Vîdeoyê" de tu nûçeyê hêjayî xelatê nedît.  Juriyê dîmena "Konuş Sen Nerelisin?" a Dîlan Babatê ku di JINNEWSê de dixebite hêjayî "Xelata Taybet a Juriyê" dît. 
 
MA di warê wêneyê de bi ser ket 
Endamên Juriya Wêneyê Ramazan Öztürk, Berîtan Canozer, Salih Yeşîl, Ozcan Yaman û Mûrat Baykara îsal bi yek dengî wêneyê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Müjdat Can hêjayî xelatê dîtin. Can, bi wêneyê xwe yê heywanên di dema şewata li Amedê rû da bandor girtin, hêjayî xelatê hat dîtin. 

Xelata Nûçeya Kurdî û jinê
Jurî Ramazan Olçen, Nergz Îsmaîl, Bişar Dûrgût, Hatîce Kamer, Munevver Karademir di warê "Nûçeya Kurdî" de nûçeya "Çîrokek sûdwergir a ziman û têkoşîna azadiyê " ya nûçegihana ANHA'yê Silava Ebdulrehman Mihemed Emîn hêjayî xelatê dîtin. Jurî Dîlek Arjîn Oncel, Bîrcan Degîrmencî, Derya Ceylan, Elîf Ekîn Saltik, Gülfem Karataş jî di warê "Nûçevaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz" de rêzenûçeyên li ser karkerên çandiniyê yên jin ên nûçegihan Rahîme Karvarê hêjayî xelatê dîtin. 
 
Xelata rûmetê dan Tara û Hêro
Jurî Kemal Gokhan Gurses, Ronî Batte, Erceren di warê "karîkaturê" de tu berhemê hêjayî yekemîntiyê nedîtin lê xelata mansiyonê dan Halîl İbrahim Çoban. Xelata Rûmetê ku her sal tê dayin, biryar hat dayin ku diyarî bîranîna rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahaddin ên di 23'yê Tebaxê de bi SÎHA'yê Tirkiyeyê li Kurdistana Federe hatin qetilkirin bê kirin.  
Her wiha rojnamevan Pexşan Ezîzî jî ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hat birin hêjayî Xelata Rûmetê hat dîtin. MA/STENBOL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.