Derhêner û rojnamevana Îtalî Benedetta Argentieri bi filma xwe The Matchmaker (Mifiriz) di festîva li Kolnê de xelata belgefilma herî baş "phoenix" wergirtibû. Wê xelata xwe diyarî berxwedêrên li Rojava kir. Wê bi daxuyaniyekê got, “Ez vê xelatê diyarî wan mirovên wêrek ên li Bakur û Rijhilatê Sûrî dikim, ewên ku dewleta Tirk a ku bi dorneyên bi sîleh sivîlan û nexasim jinan dikuje, êrişî wan dike." Benedetta Argentieri, di filmên xwe de behsa şer, demokrasî û wekheviya cinsan li Rojhilata Navîn dike. Belgefilma wê ya dawî The Matchmaker (Mifiriz) behsa wan jinan dike yên ku tevlî nav refên çeteya DAIŞ´ê bûne.
BERLÎN