Rêxistina Civaka Sivîl a piştgiriya navneteweyî ya Fransayê CCFD-Terre Solidaire, xelata wêneyan Prix Photo Terre Solidaire da sê wênegirên humanîst û hawîrdorparêz. Yanî ne tenê wêneyên wan hatin xelatkirin, lê her wiha angajmana wan jî hat xelatkirin.

Ji bo xelatê ji 71 welatan 482 wênegiran miracaet kir. Rêxistina piştgiriya navneteweyî ya ku ev 60 sal in têdikoşe li dijî bêedaletiya geşedana li welatan, bi vê xelatê wênegirên ku xeletî û tiştên nerast ên dinyaya me “bê fîltre” nîşandidin, teşwîq dike.

Ev xelat cara ewilî ye ku tê dayîn. Wênegir Alessandro Cinque, Anush Babajanyan û Emily Garthwaite, xelata 50 hezar euroyî parve kir.

Xelata mezin  Alessandro Cinque wegirt. Ji bo wênegiriya xwe ew dibêje, “Bi prîzmayan ez li kanên kevn û nû dinihêrim, ev proje qala neolîberalîzmê û neokolonyalîzmê dike. Û ew her wiha şahidiyê dike ku ew li gundewarên Perûyê, rêzê ji mafên mirovan re nagirin.” Wêneyên wî yên xelatgir, di 6 salan de hatine girtin. Encama wan jî wê sala 2024´an li Festîvala Wêneya a La Gacilly were nîşandan. 

Wênegirê Ermen, Anush Babajanyan jî krîza avê ya li Asyayê bi wêneyên xwe nîşan dide.

Wênegir Emily Garthwaite a Ingilîz jî bi rêza wêneyên xwe ya bi navê “Rohniya di navbera/neqeba çiyayan de” xelat wergirt. Ew jî dibêje, ew berxwedana jiyana gundewarî beramberî bajarvaniya nû li Başûrê Kurdistanê nîşan dide.

Berhemên Anush Babajanyan û Emily Garthwaite wê payîza 2023´yan li Parîsê li  festîvala Zoom Photo Festivalê bên nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

Wêne bi dorê: © Alessandro Cinque / © Anush Babajanyan / © Emily Garthwaite