• Kurdê ji Ranya yê li Ingilîstanê dimîne, Akam Elî, xelata serfiraziyê Birminghamê wergirt.

Kurdê ji Ranya yê li Ingilîstanê dimîne, Akam Elî, xelata serfiraziyê Birminghamê wergirt. Sedema xelatdayînê jî ew bû ku wî çar kes ji karawaneke dişewitî xilas kirin. Tîrmeha Par, li bakurê Birminghamê wî xwe gihandiye karawana agir pêketî, kariye pencereyekê bişikîne û kesên tê de yek bi yek xilas bike. Xelkê derdorê ji ber tirsa teqînê ew hişyar kirine, lê wî guh nedaye wan. Hema piştî ku wî kesa 4´an ji karawanê derxistiye bi teqînekê karawan bi temamî şewitiye.
Ew dibêje, sala 2006´an pismamê wî Abdula di encama şewata erebeyekê de miriye, û kesî hewl nedaye ji tirsa teqînê wî xilas bikin. Ji ber wê jî ew nikare hema temaşe bike û tiştekî neke beramberî bûyereke bi vî rengî de. BIRMINGHAM