Xelata Qelema Hejar; geşkirina edebiyata Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 20 Sibat 2025 - 00:08

  • Xwendekarên Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê bi armanca balê bikêşin ser berhemên akademîk û edebiyata kurdî pêşbirka ‘Xelata Qelama Hejar’ li dar dixe. Komîteya pêşbirka Xelata Qelama Hejar banga tevlibûnê li nivîskar, wergêr û lêkolîneran kir.

Yên ku dixwazin tev li pêşbirkê bibin dikarin heta 8ê sibata 2025an berhemên xwe ji komîteya birêvebir re bişînin. Komîteya birêvebir bi taybetî hêvî dike ku nivîskar, wergêr û lêkolînerên ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî pêşbirkê bibin. Komîteya birêvebir da zanîn ku ev xelat ji bo bîranîna helbestvan û rewşenbîrê navdar ê kurd Hejar Mukriyanî tê dayîn.

Nivîskar, wergêr û lêkolîner, dikarin bi berhemên xwe yên ku aîdên beş û cureyên li xwarê diyar in, serî li vê xelatê bixin:

Wêjeya Kurdî

Çîrok, Wêjeya zarok û nûciwanan, şanoname û helbest.

Lêkolînên zimannasî û akademîk

Folklor, ferhengnivîsî, lêkolînên zimannasî (teorî, pratîk, zaravezanî û pirzimanî)

Lêkolînên miqayeseyî yên edebî/zimannasî bi rawestan li ser kontekta zimanê kurdî bi zimanê farisî, zimanên îranî û yên ne îranî.

Beşên hevpar:

Ayînî û îrfanî, dîrokî, çandî û civakî, hunerî, hiqûqî, siyasî û aborî, perwerde, zayend û medya

Nivîskar û lêkolîner divê xalên li jêr li ber çav bigirin:

Ji bo dema yekem a xelata Qelema Hejar, merca dema çapbûnê ji bo berheman nehatiye diyarkirin.

Zimanê nivîsîna wan berhemên ku ji bo beşa yekem a bangewazîyê (wêjeya kurdî: roman, helbest, şanoname, wêjeya zarok û nûciwanan û komele çîrok) tên şandin, divê bi kurdî bin.

Zimanê wan berhemên ku ji bo beşa duyem (lêkolînên zimannasî û wêjeyê) û sêyem (qadên hevpar) tên şandin, pêwîst nake ku bi kurdî bin.

Lewra ew berhemên ku bi zimanê farisî yan zimanên din di wan qadan de werin nivîsîn, dikarin di Xelata Qelema Hejar de beşdar bibin.

Wekî bibîrxistinê li gel wergirtina berhemên bi zimanên cuda, divê naveroka berhema pêşkeşkirî girêdayî qadên beşa duyem û sêyem ên bangewaziyê be û bi lêkolînên kurdî hevgirtî bin.

Ew berhemên ku di qada wergera edebî de beşdarî pêşirkê dibin (beşa yekem a bangewaziyê), divê yek ji zimanên jêder an mebest kurdî bin.

Çimkî wergera her zimanekî ji bo zimanê kurdî û yan wergera ji zimanê kurdî jo bo zimanekî din tê qebûlkirin.

Beşdarên qada wergerê, pêwîst e, kopyekê ji berhema jêder li gel berhema wergerandî bişînin.

Di qada ferhengnivîsiyê de, ferhengên yekzimanî, duzimanî yan çendzimanî têne qebûlkirin.

Di ferhengên duzimanî yan çend zimanî de divê yek ji zimanên çavkanî yan mebest kurdî be (wekî mînak kurdî-farisî yan farisî-kurdî).

Ew daxwazkerên ku di nav Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de dijîn, pêwîst e berhemên xwe bi awayê çapkirî û bi riya postê ji ofîsa xelatê re bişînin.

Pêwîst e ji berhemên çapkirî yên yek cilsî sê nusxe, yên du cild du nusxe û yên zêdetir cildî jî cildek ji ofîsê re were şandin.

Pêwîst e berhem heya 28ê Sibata 2025an ji nivîsgeha Xelata Qelema Hejar re bi riya postê were şandin.

Navnîşan: Parêzgeha Kurdistanê, Sine, zanîngeha Kurdistanê, lêkolîngeha Kurdistannasiyê, sekreteriya xelata Qelema Hejarî, koda postê: 66177-15175

Bi tenê ew beşdarên li derveyî Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijîn dikarin berhemên xwe wekî PDF li gel destûrnameya weşanxane ya berhemê bi rêya maîla info.ksi@uok.ac.ir re ji nivîsgeha xelatê re bişînin.

Beşdar dikarin bi rêya malpera http://www.hajar.uok.ac.ir/ nûçe û zanyariyên dawî li ser Xelata Qelema Hejar û qonaxên xelatê bişopînin.

 

‘Şairê millî’ Hejar Mukriyanî

Roja 21’ê Sibata 1991’ê şairê neteweyî yê Komara Kurdistanê, Mamoste Hejar wefat kir. Wî kedeke mezin di ber Kurdî de da û ji ber ku wefata wî rastî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî jî tê, em ne neheq in ku îro wî bi bîr bînin.   

Navê Hejar ê medenî Abdurrehman Şerefkendî bû. Wî navê şairiyê Hejar li xwe kiribû û nexasim jî xelkê ew weke Mamoste Hejar nas kir. Ew ne tenê şair bû, ew fîlolog bû, û wekî din wî her wiha wergerî kir. Berhema Ehmedê Xanî, Mem û Zîn wergerand Soranî û vê wergera wî îro jî referansek e ji bo wergera Mem û Zînê. 

Ew sala 1921’ê li Mehabadê hatibû dinê. Bavê wî Mela Mihemed Şerefkendî damezrênerê medreseya Şerefkendê bû; zimanê perwerdeyê li vê medresê bi temamî Kurdî bû. Lê Hejar xwendina xwe li medreseyeke li Mehabadê dest pê kir. 

Piştre jî ew çû ber destê Şêx Burxan li Şerefkendê, nêzî Bokanê.  Li wir wî nivîskar Şêxulîslam Mihemed Emîn Mukrî nas kir yan jî bi navê wî yî şairiyê Hêmin. Wî kesekî din jî li heman cihî nas kir: Ebdurrehman Zebihî, damezrênerê Komaley Jiyanewey Kurd. 

Zû xwe berda nav siyasetê

Siyasetê bala Hejar kişand û sala 1942´yan ew bû endamê Komeley Jiyanewey Kurd. Ew di heman demê de ji damezrênerên Partiya Demokratîk a Kurdistanê ye ku rê ber bi damezrandina Komara Kurdistanê ve bir, ya ku 22´yê Çileyê sala 1946’an li Mehabadê hat ragihandin. 

Hejar tevî Hêmin bû ji şairên komarê. Lê komarê wê zêde dewam nekira. Gava ku komar 16’ê Kanûna 1946’an hilweşiya, wî berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Ew di salên 1960’î de cihê xwe di nava raperîna Kurdan li dijî Bexdayê digire, jixwe wî Mistefa Barzanî ji serdema komarê ve nas dikir. 
Ji sala 1961 heta bi aşbetalê yanî 1975´an ew di nava PDK´ê de ji radyoya Kurdî ya pêşmergeyan, ji Dengê Kurdistana Iraqê û rojnameya fermî ya PDK´ê Xebatê berpirsiyar bû. 

Gava ku lihevhatina 11’ê Adara 1970’yî çû serî Hejar 4 salan li Bexdayê ma. Ew li wir Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd bû û di heman demê de endamekî çalak ê Akademiya Zanistê ya Kurd bû. Lê piştî aşbetalê Hejar ji neçarî berê xwe dide Îranê, nêzî Tehranê li Kerecê bi cih dibe. Li vir ew êdî tevahiya wexta xwe li xwendin û lêkolîna zimanê Kurdî xerc dike. Ew di heman demê de wergerê ji Erebî û Farisî ber bi Kurdî ve dike. Di vê demê de ferhenga Farisî-Kurdî ya bi navê Henbane Borîna dinivîse. Ferheng sala 1990´î li Tehranê hat çapkirin. Wî wergera ji Erebî ber bi Farisî jî kir.

Qazî wî weke ‘Şaîrê millî’ îlan dike

Hesen Qazî dibêje, Hejar hem di nava xebatên JAKAV, hem jî PDK û Komara Kurdistanê ya ku li Mehabadê hatiye avakirin de cih digire. Lê ew herî zêde bi helbestên xwe ve derdikeve pêş. Bi taybetî helbestên ku wî di dema Komara Kurdistanê de nivîsandine, hestên welatparêziyê di nav gel de bilind dike. Ji bo vê jî Mihemed Qazî wî weke “Şaîrê Mîllî” pênase dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.