Îsmaîl Ebdullah wesayîteke ji kevnan wesayîtek çêkir. Ji bo bigihe armanca xwe gelekî hewl daye. Wî wesayît ji bo bicihanîna pêwîstiyên xwe yên rojane çêkiriye. Îsmaîl Ebdullah ji bajarokê Roviyan ê ser bi Berdereşa Dihokê ye. Hostayê çêkirina jeneretorên malan e. Li gel pîşeyê xwe pêşmergetiyê jî dike, lê weke ew bi xwe diyar dike, mûçeyê wî têra debara wî nake, lewma dikanek vekiriye û hostatiya çêkirina jeneretoran dike.
Îsmaîl berhemên kevin ên malan kom dikirin û ji bo çêkirina wesayîtê jî ew bi kar anîn. Hesin û deriyên malan, borî û tiştên din ên malan kom kirin û ji wan wesayîtek çêkir. Li gel pîşeyê xwe bi çêkirina wesayîtê ve jî mijûl dibû.
Niha gêrê wesayîta wî ne otomatîk e. Matora wê jî ya matorbiskilêtan e. Tenê dikare 2 kesan hilgire. Giraniya wê 465 kîlo ye û dikare bi giştî 300 kîloyan hilgire. Bi benzînê kar dike. Pêwîstiya wê bi avê nîne. Leza wê di saetekê de 70 kîlometre ye. Pêwîstiya wê bi lempe, firçeya camê paqij dike û lempeya îşaretê heye.
Îsmaîl li ser mijarê got, “Dema ku xelkê biyanî tiştên wiha çêdikin, ji bo me balkêş e. Li gorî me xelk ji me zêdetir tiştan dizanin, lê berevajî em jî di wê astê de ne ku bikarin tiştên mezin çêkin û di warê teknîk û pîşesaziyê de Kurdistanê bi pêş bixin.”
Îsmaîl her roj bi wesayîta xwe tê dikana xwe. Gelekî ji wesayîta xwe hez dike.
ROJNEWS/HEWLÊR