Ji bo penaberên Êzîdî yên Kurmancîaxêv, li Awusturalyayê bêhtir wergêr lazim in.
Şîrîn Mamo (Shireen Maamo) beriya demeke Kurd li Awustralyayê hê nû bû wergêreke fermî qebûl kirî. Bi vê yekê ew wergêra Kurmancî ya sêyem e ku li Awusturalyayê fermî hat qebûlkirin.
Ji ber ku qederê 2 hezar û 500 penaberên Êzîdî li herêma Toowoomba hatine bicihkirin, li wir pêdiviyeke mezin bi bêhtir wergêran heye.
Lê karê wergêran jî ne hêsan e: "Mirov behsa tiştên gelekî dijwar dikin ên ku hatine serê wan. Gava wisa ye jî mirov bi zor xwe digire da ku negirî, yan jî wan hembêz neke, ji wan re nebêje em piştgirên we ne, her tişt wê dîsa baş be. Lê wergêrî li ser mirov ferz dike ku bê alî be. Helbet mirov hê jî empatiyê bi wan re dike, lê nabe ku mirov sînorên etîk binpê bike."
Civaka Êzîdî ya li Toowoombayê hefteya bihurî Qirkirina 3´y Tebaxê bi bîr anî. ji bo vê civakê niha yek ji pirsgirêkên sereke zimanê Ingilîzî ye ku nahêle derdê xwe bibêje. Ji ber wê jî Şîrîn Mamo dibêje, pêdivî bi bêhtir wergêrên Kurmanciyê heye li Awusturalyayê.
TOOWOOMBAY