“Mal, baxçe û tirba Feqiyê Teyran bêxwedî hatiye hiştin. Gelek tiştên wî yên şexsî jî êdî welê bûye ku nemînin. Tirba wî qufilkirî, baxçe wêran, mal bê xwedî ye.”

SADIYE ESER/ERDOGAN ALAYUMAT
MA/WAN

Cihwar û tirba Feqiyê Teyran, bê xwedî mabe jî, hîna jî li ser piyan e. Yek ji navên sereke yên Wêjeya Klasîk a Kurdî, Feqiyê Teyran e. Çendî ku tam nayê zanîn kengî hatiye dinê jî, ji ristên wî yên “Mîm û Hê 70 felek çûn, Ji hîcretê dewran gelek çûn, Sal 1041 çûn, Ev xezel anî diyar e” kifş e ku li gor salnameya hicrî di 971’ê de hatîye dinê. Ev jî teqabulî 1563-64’ên mîladî dike. Feqiyê Teyran ku li navçeya Miksê ya Wanê hatiye dinê, navê wî yê medemî, Mihemed e û di risteyên xwe de; “Gul im di destê xaran, Bi ismê Muhemmed nav im. Bilbil im di gulzaran, Ji işqê lew zerbav im” aniye ziman. Feqiyê Teyran di berhemên xwe de bal biriye ser qewimînên civakî û dîrokî, evîn, xweza û tesawifê. 
 
Bê xwedî hatiye hiştin

Feqiyê Teyran, yek ji wan navên mezin ên vê erdnîgariyê ye ku xwedî qîmeteke mezin e. Lê belê di navbera navê wî û nasîna wî de ferqeke mezin heye. Li me qewimî û rêya me bi Wanê ket. Çawa em çûn Wanê, yek ji deverên ku me serdana wê kir jî warê Feqiyê Teyran Miks bû. Çawa mirov gav davêje vir, ew hîsiyeta helbestên Feqiyê Teyran jî hîs dike. Lê belê gava mirov nêzî baxçeyê wî, xanî û tirba wî dibe, dilê mirov diêşe. Warê Feqiyê Teyran ê bê xwedî, bê kes û kûs hatiye hiştin, dilê mirov diêşîne. 
Çawa mirov di deriyê baxçeyê wê re dikeve hundir “bêkesî” xwe li mirov digire. Ser nêrdwanên wê tijî êzing in. Piştî mirov ji nêrdewanan berjêr datê, tirba Feqiyê Teyran derdikeve pêşiya mirov. Lê belê li ber tirbê ne serdêr ne jî kesekî ku qesîdeyên Feqî bibêje, tineye. Deriyê tirbeyê jî qufilkirî ye. Ji ber vê jî mirov nikare ji nêz ve serdana tirbeyê bike. Her wiha kaniya li tirbeyê jî naherike, lê dîsa jî baxçe bedew e. 
 
Mal jî weke tirbê

Piştre, em berê xwe didin mala Feqiyê Teyran. Xaniyê wî yê çend kîlomtereyan dûrî tirba wî jî bê kes û kûs maye. Wekî tirba wî, kesek mala wî jî naparêze. Xanî duqatî ye. Têgotin biniya wî çilexane bûye. Her wiha pirtûkên wî yên li vê derê û çend parçe amûrên wî jî bêxwedî hatine hiştin. Çendî ku hin pirtûkên wî di nava vîtrîneke cam de hatibin parastin jî, lê belê amûrên wî yên pê detsnimêj girtiye û tê de av vexwariye hindik maye, nemînin. 
Li Wanê yek ji cihwarên ku serdana wan bê kirin, warê Feqiyê Teyran e ku bi salan e li ser piyan maye. Pêr jî salvegera koça dawî ya Aram Tîgran bû. Em ê bi strana Aram Tîgran a ji helbesta Feqiyê Teyran, Aram Tîgran jî bi bîr bînin: “Ay dîlberê ne menale, Feqîyê Teyran êdî kal e, Nexweşekî pir bêhal e.”